Serçeteyekî Lîwa Sultan Murad hat kuştin

Piştî teqîna Ezazê, cenazeyê serçeteyê Lîwa Sultan Murad ê bi navê Ebdullah Hesen Umer li Babê hat dîtin.

Serçeteyekî Lîwa Sultan Murad hat kuştin
12 nîsan, 2018   11:15

NAVENDA NÛÇEYAN   

Îro li bajarê Ezazê teqînek rû da. Piştî teqînê cenazeyê serçeteyê Lîwa Sultan Murad ê bi navê Ebdullah Hesen Umer li bajarê Babê yê di bin dagirkeriya Tirk de hat dîtin, lê nehat nasîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Lîwa Sultan Murad girêdayî MÎTʹê Tirkan e.  

Li gorî agahiyan serçete Ebdullah ji bajarê Dêrazorê berê xwe daye herêma Efrînê û li gel artêşa Tirk a dagirker beşdarî êrîşa li ser Kantona Efrînê bûye. 

Hêjayî gotinê ye ku li çerxerêya Mezin a bajarê Ezazê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de hê tu agahî nehatine bidestxistin. 

(mm)