Li Dêrikê hemleya paqijkirinê

Şaredariya Gel a Herêma Dêrikê bi hevkariya meclîsa navçeyê hemleya paqijkirina park û deverên şûnwarî da destpêkirin.

Li Dêrikê hemleya paqijkirinê
12 nîsan, 2018   13:08

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Herêma Dirêkê bi hevkariya meclîsa navçeyê bi dirûşmeya "Mil bi mil ber bi bajarekî paqij ve" hemleya paqijkirin  parkên li gundê Siwêdîkê û deverên şûnwarî da destpêkirin.

Hemleya paqijikirinê vê sibehê dest pê kir û 4 saetan dewam kir.

Berpirsyarên Şaredariya Gel a Herêma Dêrikê diyar kirin ku paqijiya parkan û agahdarkirina welatiyan li ser paqijiyê armancên wa ji hemleyê ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Dêrikê Hisên Adem tekez kir ku di çarçoveya hemleyê de belavokên derbarê girîngiya paqiiyê li welatiyan têne belavkirin.

Hisên bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar da ku paqijiya parkan û deverên dîrokî dewam bike.

(bx)

ANHA