Çalakiyên hefteya zarokan didome

Di çarçoveya Hefteya Zarokan de ku Desteya Jin a Kantona Kobanê daye destpêkirin, pêşengehek wênexêzên zarokan were vekirin. Her wiha çarçoveyê de jî Desteya Perwedeyê ya kantona Kobanê şahiyekê ji zarokên navçeya Şeranê re li dar xist.

Çalakiyên hefteya zarokan didome
Çalakiyên hefteya zarokan didome
Çalakiyên hefteya zarokan didome
Çalakiyên hefteya zarokan didome
Çalakiyên hefteya zarokan didome
12 nîsan, 2018   12:37

KOBANÊ

Çalakiyên hefrteya zarokan li kantona Kobanê ku bi armanca pêşxisitina afrînerên wan têne organîzekirin dewam dike.

Desteya Perwerdeyê ya kantona Kobanê şahiyeke li navçeya Şêran a dikeve başûrê rojhilatê bajêr lidar xist.

Şahî li dibistana Şehîd Seyid Ehmed hate lidarxistin. Bi dehan xwendekar û malbatên wan û kadroyên perwerdeyê amade bûn.

Rêvebera Dibistana Şehîd Seyid Ehmed Îlham Hec Stêf bi xêrhatina beşdaran kir û got ku welat ne bi çek tê avakirin, welat bi nifşan û afînerêna wan ava dibe.

zarokan, stran, şaho û dîlan pêşkêşkirin.

Bi heman armancê, Desteya Jin a Kantona Kobanê li 3 baxçeyên zarokan pêşengeh vekirin.

Di pêşengehê de, wênexêzên zarokan, berhemên wan ên destan hatin pêşkêşkirin.

Herî dawî şahiyek hate lidarxistin, zarokên stran û dîlan pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA