Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû

Li Akademiya "Şehîd Mehmûd El-Elî" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê dewreyeke perwerdeyê bi merasîmekê hate bidawîkirin.

Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû
Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû
Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû
Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû
Dewreya 4‘emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bidawî bû
12 nîsan, 2018   12:18

MINBIC

Akademiya "Şehîd Mehmûd El-Elî" ya Hêzên Ewlekariya a bajarê Minbicê 20 roj berê bi tevlîbûna  47 endam dewreyeke perwerdeyê hatibû vekirin.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate li darxisitn.

Merasîm li qada akademiyê hate lidarxisitn. Nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Minbicê, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Nezîfe Xelo, Hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdo Mustefa û bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn û saziyên leşerî û sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên dewereyê sûnda şopandina xeta şehîdan xwarin.

Paşê Hevserokê Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Ebdo Mustefa axivî û bidawîkirina dewreyê li endamên dewreyê pîroz kir û ev tişt anî ziman,"Hûn parêzvanênwelat in. Hûn in ên ku wê hertim şopdarên riya şehîdan bin."

Mustefa tekez kir ku xeta tekoşînê ya avakirina civakeke azad berdewam be.

(bx)

ANHA