Berwarî: Yekîtiya netewî giringiyeke jiyanî ye

Endamê Konseya Rêveber a KNK Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk hêza xwe ji kesên ku bi navê Kurditiyê di sengerê wan de tevdigerin digire û got ku dagirkerên Kurdistan jî li ser dagirkeriya Kurdistanê li hev kirine.

Berwarî: Yekîtiya netewî giringiyeke jiyanî ye
12 nîsan, 2018   07:44

HOGİR NECAR-AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KNK Kamûran Berwarî  derbare armanca erîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başurê Kurdistanê ji ajansa me re (ANHA) axivî.

 ‘Bûyerên salên 90’î hê jî bandorê li dema niha dike’

Kamûran Berwarî biryara qedexekirina firîna balafiran a li ser Başûrê Kurdistanê re, ku di sala 1991’ê de Amerîka, Brîtanya û Fransayê dabû bi bîr xist û got, “Ev rewşa ku heya sala 2003’an berdewam kirî, ji bo ku Başûrê Kurdistanê statuyeke siyasi bigire û pergaleke demokratîk li pêş bixe derfeteke mezin derxist holê. Lê mixabin ev tişt çênebû. Berovajî vê, Başûrê Kurdistanê heya sala 1995’an li dijî tevgerên Bakurê Kurdistan re şerê birakujî kir. Piştre şerê birakujî di navbera PDK-YNK’ê de çebû û PDK`ê çû Sedam anî Hewlerê. Di encama van de li Başûrê Kurdistanê rêveberiyeke du alî derket holê. Ev parçebuyîn heya roja îro jî li ser Başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî kir.”

Berwarî got Kurdan gelek caran hikûmeta navendî ya Iraqê çêkirin, ewlehiya wê pêk anîne, lê di ber de jî ti destkeftiyên xwe çênebûne û got,‘’Ev rewş heta sala 2014’an dom kir. Wê demê 30 ji 100’î zêdetir xaka Iraqê ket destê DAIŞ’ê. DAIŞ’ê xelîfetiya îslamî danî. Vê rewşê hem ji bo Iraqê û hem jibo Başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn talokyeke mezin çêkir.ʺ

 ‘Tirsiyan Kurd bigihın behra Spî’

Li ser biryara referandûmê ya Başûrê Kurdistanê Berwarî got ev projeya Erdogan bû, ya bi armanca tasfîyekirina destkeftiyên netewî yên Kurdan bûn û bal kişande ser hevariya hin Kurdan ku referandûm bi zorê dane kirin û diyar kir sedema pêkanîna referandûmê jî ew bû ku hevkarî û yekîtiya Başûr û Rojavayê Kurdistanê asteng bikin û got, ‘’Tirsiyan ku Kurd bigihin behra Spî. Tirsiyan ku sînorên di navbera  Başûr û Rojava de vebin. Lê di encamê de vê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê kiriye rewşeke xirab. Her çendî gelek kêmasiyên xwe hebin jî û Başûrê Kurdistanê ne dewleteke serbixwe be jî ji dewletekê xurtir bû û siyasetmedarên ku li cîhanê digeriyan hurmeteke mezin didîtin.ʺ

‘Gelek destkeftî ji dest çûn’

Berwarî diyar kir ku bi biryara referandûmê re gelek destkeftî derb xwarin, bal kişande ser peymana di navbera  rayedarên Iraqî û YNK-PDK’ê de ya 15-16’ê Cotmeha 2017’an a li Dukanê, ku di encamê de Kurd ji cihên li gorî xala 140’î diyar vekişiyan. Berwarî got, ‘’Hemû balefirgeh, kanên petrole, gumrik dewrî hikûmeta navendî ya Iraqê bûn. Bi vî rengî ti tiştekî Kurdan ku beriya 16’ê Cotmehê yên Kurdan bûn, di dest wan de nema.’’

Berwarî got ji 1921’ê, bi ragihandina dewleta Iraqê ve arîşeya Iraqê bi Kurdan re neqediyaye û heta ku hişmendiya yekreng a Iraqê neguhere jî wê çareser nebin, ji ber ku çavê wan li hevdû tehmûl nake, ev ji bo Sinniyan jî û ji bo Şiîyan jî wiha ye û dema ku têne ser kar yek ya dî diçewisîne û bal kişande ser ku ji ber vê hişmendiyê niha di navbeyna hikûmeta navendî û herêmê de arîşeyên budçe, hebûna Pêşmerge, sînor û hwd.  girantir dibin.

‘Parlamenter temsîla gel nakin’

Berwarî bi domdarî got parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Iraqê bi azadî tevnagerin, ji ber ku bandora polîtbûroyên partiyên wan li ser wan heye, ew çi bibêjin neçar in ku wiha bikin û nûnerên Kurdan ên li Bexdayê ne li berjewendiyên gel lê li berjewendiyên partiyên xwe dinerin.

 ‘Mêtingerên Kurdistanê li ser bê statû hiştina kurdan li hev kirine’

Berwarî got tiştên ku li Efrîn, Kobanê û Kerkûkê bûne pêkanîna projeya domdirêj e û got, ‘’Dewletên mêtinger ên Kurdistanê di nav xwe de li hev kirine ku Kurd mafên xwe yên herî sereke jî bi dest nexin, tim mêtingerbûyî  bimînin û bêyî ku mafekî wan binasin wan bêstatû bihêlin. Her wiha hin hêzên global ku bi dewletên herêmê re xwedî berjewendiyên hevpar in 24 saetan ji bo ku destkeftiyên Kurdan têke bibin hewl didin.’’

 ‘Li ber planên dewleta Tirk tekane asteng felsefeya Rêber Apo ye’

Berwarî got dewleta Tirk ji bo ku têkoşîna Kurdan bişkîne êrîşên siyasî, dîplomatîk, civakî, leşkerî didomîne û her wiha siyaseta xapandinê jî dike.

Berwarî got dema ku dewleta Tirk li Sûriyê yan Ii Iraqê êrîşê bi ser destkeftiyên Kurdan de tîne li dijî xwe berxwedaneke dibine û got, ‘’Ev jî felsefeya Rêber Apo û pergala Rêber Apo ye ku bi pêşengiya KCK’ê hatiye danîn.

Dewleta Tirk li ber armancên xwe li ti astengan nasekine. Ji bo ku vê astengiyê ji holê rake ji hêla siyasî, dîplomatîk, civakî û her qadê ve kampanyaya reşkirinê li dijî PKK’ê dike.’’

Berwarî got sedema ku dewleta Tirk nikare li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojava tam serweriyê deyne îdeolojî û pergala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû,’’Ji ber ku ev îdeolojî û têkoşîn yekîtiya navxweyî ya Kurdan û têkoşînê geş dike. Heke em dixwazin bibin netew divê em li Kurdistanê malbatparêzî û êlparêziyê li hêlekê deynin.  Divê em li Kurdistanê bi gelên dî re wekhev bijîn. Dive siberoj û qedera civakan bi hev re were danîn. Her kes divê ji raman û baweriya hev re hurmetdar be. Ji hêla siyasî û aborî ve dive xwedan projeyeke hevpar be.’’’

‘Bi girtina Ocalan planên dewleta Tirk têk çûn’

Berwarî bal kişande ser serhildanên Kurdan ên berê, yên mîna Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Ebdulselam Barzanî, Mehabadê û got, ‘Di 24 saetan de hatin tasfiyekrin. Lîderê kîjan tevgerê hatibe tasfiyekirin ew tevger jî hatiye tasfiyekirin. Lê vê carê projeya dewleta Tirk û û dewletên dî yên mêtingerên Kurdistanê bi ser neketiye. Bi girtina Serok Apo hewldanên ku PKK’ê ji hundir ve parçe bikin û tasfiye bikin bi ser neketiye. Projeyên dewleta Tirk pûç bûne.’’

Berwarî bal kişande ser polîkayên dewleta Tirk ku hewl dide xwe mîna dewleteke xurt nîşan bide ku carinan berê xwe dide Rûsya dibêje, ‘em bi hev re berjewendiya hevpar li herêmê biparêzin’ û carinan berê xwe dide Kurdan û dibêje, ‘Bêyî min hûn nikarin tiştekî bikin an na ez ê we tasfiye bikim’ û geh jî hewl dide ku Amerîka û Ewropayê mecbûrî xwe bike, zextê liwan bike û got, ‘Erdogan û Tirkiye wiha dixwaze her tiştî li gorî berjewendiyê xwe bi kar bîne lê biya min çend mehên pêş me hevsengên ku di berjewendiya Erdogan de wê li dijî wî bighurin.ʺ

‘Dewlta Tirk hêza xwe ji wan Kurdan distîne ku ber bi yekîtiya netewî ve nayên’

Berwarî bal kişande ser xebatên kongra netewî ya 2013’an ku dewleta Tirk asteng kirî, ku PDK jî asteng kiribû ku pêkhateyên biçûk ên bi ser wê ve tevlî konferansa yekîtiya netewî bibûn û got, ‘’Lê dive Kurd werin cem hev, divê hêza xwe bikin yek. PDK li Başûrê Kurdistanê dive rê ji vê re veke. Her wiha Kurdên li parçeyên dî dive vê bikin. Heke Kurd a xwe bikin yek dewleta Tirk li dijî Kurdan nikare tiştekî bike. Dewleta Tirk hêza xwe ji wan hin Kurdan distîne ku di kozikên Tirkiyê de li dijî Kurdan şer dikin. Li Efrînê hin komên biçûk ên Kurd ku rûmeta xwe firotine bi dewleta Tirk û çeteyan re bûne yek. Ev çespandî ne. Ji van hin jê dibêjin ku ew bi leşkerên Tirk û çeteyan re bi hevkarî tevdigerin. Em KNK bi çavekî li hemû partiyan dinerin û bang li wan dikin ku bibin yek. Heke em bibin yek dewleta Tirk, Erdogan an jî hine dî nikarin hikim li Kurdan bikin. Dîsa yen li cem Erdogan in, dive zanibin ku Erdogan heta dawiyê wan naparêze. Bi taybeyî jî partiyên siyasî yên Başûr dive zanibin hevkariya wan bi Erdogan û dewleta Tirk re xizmetê ji Kurdan re nake.ʺ

(ekip/kc)

ANHA