Êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistan û siyaseta parçebike – rêvebibe

Hîn kaosa li herêmê bi dawî nebûye,  hesabên desthilatdariya li ser kurd û Kurdistanê di nava hesabên herkesî de cih girtin. Her çendî hêzên desthilatdar dem dem ji ber nelihevkirinên nava xwe de li dijî hev rabin jî lê dema mijar dibin kurd bi taybet dewletên herêmê dîsa li hev komdibin.

Êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistan û siyaseta parçebike – rêvebibe
11 nîsan, 2018   21:30

Xalit Ermîş 

Di heman demê de siyaseta hêzên navnetewî jî ji siyaseta dewletên herêmê ne cudaye. Her çendî şer û lihevnekirinên di navbera wan de gûrbe jî, cihê ku berjewendî hevpar bin hatina wan a gel hev ne li derveyî îhtimalê ye. Heman demê de têkiliyên dewletên navnetewî bi dewletên herêmê re li ser heman awayî hatiye danîn.

Mînak Rusya li gor berjewendiyên xwe dikare bi hêsanî kurdan pêşkêşî faşîzma dewleta Tirk bike. Heman polîtîka ji bo welatên Rojavayî û DYA’yê jî derbaz dibe.

Siyaseta sedsala 20’an berdewam dikin 

Di rastiyê de siyaseta  navnetewî û herêmî ya îro ji bo kurdan di meryetê de siyaseta sedsala 20’an a ji hev biqetîne-parçe bike- birêvebibe bixweye. Guherîna serdemê, yekem an jî sêyemîn şerê cîhanê bûyîn guherîn ji bo hişmendiyê ne aniye. 

Efrîn; Di encama vê hişmendiya dagirkerî û qirkirinê de derket holê. Ev hişmendiya ku li gorî xwe demokrat lê dema mijar dibe kurd dibin faşist, hewildidin di parvekirina şerê cîhanê yê sêyemîn de jî kurdan bê nasname û azadî bihêlin.  

Îro serê vê hişmendiyê  dewleta Tirk a faşist ku di bin dîktatoriya Erdogan de tê rêvebirin dikşîne. Dewleta Tirk li herêmê aliyê ku sistem û kevneşopiya netewdewletên otokratîk û dîktator ên sedsala 20’an li ser piyan digire û bi israr dide jiyankirine. 

Bê guman her yek ji van li derdora stratejiyekî firehdibe. Eger bi baldarî bê temaşekirin, dewleta Erdogan bi hemû hêza xwe dixwaze tevgera azadiya kurd û kudan tasfiye (ji holê rabike) bike û bi vî awayî mehkumî (dîlî) sedsala 20’an bike.  Êrîşa Efrînê li ser vî bingehî hat destpêkirin. Tehdît û êrîşên li ser Rojava, tehdît û êrîşên li ser Şengalê li ser vî bingehî pêşketin. Niha jî di hedefê de Başûrê Kurdistanê heye.

Dixwazın Tevgera Azadiya Gelê Kurd tesfiye bikin

Rastiya di referanduma Başûrê Kurdistanê de derket holê, dewleta Tirk a dibin rêveberiya faşîst a Erdogan – Bahçelî de li hemberî tu destkeftiyên kurdan bêdeng namîn in û dê êrîş bikin.

Lê Erdogan ji vê jî Tevgera Azadiya Kurd berpirsyar dibine. Kurd bi tekoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê di herêmê de bûn xwedî hêz û hewildan yekîtiyekî di nava hêzên xwe de avabikin. Erdogan ev yek ji bo pêşeroja xwe xeter dît. Di vir de jî Tevgera Azadiya Kurd a di bin rêveberiya PKK’ê de berpirsyar girt û ji ber wê jî her firsetê de planên êrîşan pêşxist.

KCK’ê di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de diyar kir ku Erdogan amedekariya dagirkirina Başûrê Kurdistan û Herêmê Parstina Medya yê dike. KCK’ê  bang li gelê kurd kir ku li ser bingehê yekgirtina netewî li hemberî van êrîşan bisekinin.

Ya ku Erdogan gotî 'şaşî'

Bi mîsogerî Başûrê Kurdistan jî merheleyek a êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên faşîzma Erdogan –Bahçelî yên li ser Herêmên Parastina Medya ku li sînorên Başûrê Kurdistan cih digire bi xwe ye.

Lewma jî Erdogan gelek car anî ziman ku astengnekirina statûbûyîna Başûrê Kurdistan ji xwe re wek “şaşî” nirxand. Divê “Şaşî” bê sererastkirin.  Erdogan jî dixwaze vê şaşiyê sererast bike. Sererastkirina şaşiyê jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Sererastkirina şaşiyê wateya komkujiyek nûye.

Lê li gorî min li vir balkişandina dû mijaran giringe. Ya yekê; Li gel ku Başûrê Kurdistanê di nava sinorên dewleta Îraqê de cih digire jî dema mijar dibe kurd Ebadî bi hêsanî daxuyaniya “Em bi dewleta Tirk re navbera xwe xirab nakin”dide. Xwendina vê mesaja Ebadî eve, “Dema mijara gotinê bibe komkujiya kurdan me eleqeder nake, dikarin pêkbînin”. 

Li dijî dagirkirinê tekoşîn

Lê tişta ji vê giringtir jî destgirtina siyaseta Başûrê Kurdistanê ye. Di nava sinorên Başûrê Kurdistanê de bi dehan baregehên leşkerî yên Tirk tên dîtin. Yek wateya van baregehên leşkerî heye, ew jî baregehên dagirkirinê ne. Ev jî ne bese hewildana çêkirina baregehên din, hewla tasfiyekirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye. Li hemberî vê jî siyaseta Başûrê Kurdistan, bêdengiya saziyên sivîl yên civakî û ronakbîran nayê pejirandin.

Dema ku Erdogan firseta sererast kirina “şaşiyê” dît, tê wateya tasfiyekirina statuya federalî. Di vê çarçoveyê de divê demildest parlementoya Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkirinê, di qadên navnetewî û netewî de bikeve nava tekoşînek aktif de. Bi taybet KDP û di nava KDP’ê de siyaseta mejiyê Nêçîrvan Barzanî ku kurdan parçe û bêhêz dike bê derbazkirin. Reel polîtîk konjonkur qasî ku ji bo destkeftiyên kurdan bigihîne merheleyek mayînede destdayîbe jî ewqas xeteriya tasfiyekirina hemû destkeftiyan jî hildigre.

Ji ber vê jî hîn dem derbaz nebûyî, divê kurd bi hemû hêza xwe li dijî faşîzma dewleta Tirk û êrîşên dagirkirin-qirkirinê tekoşînê bigihînin her alî.

ANHA