Jinên Helebê dayîka Ocalan bi bîr anîn

Bi dehan jinên bajarê Helebê bi civînekê dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Iwêş di salvegera wê ya 25`emîn de bi bîr anîn. 

Jinên Helebê dayîka Ocalan bi bîr anîn
11 nîsan, 2018   14:38

HELEB

Kongreya Star li aliyê rojava ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê  ji bo salavegera wefata dayîka Ocalan a 25`emîn civînek ji jinên taxê re lidar xist.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, endamên Kongreya Star Şervîn Delîl û Fatime Hesen hemû dayîkên ku jiyana xwe û zarokên xwe di oxira doza gelê Kurd de feda kirin, bi bîr anîn.

Di berdewamiya axaftinê de ev tişt hate gotinʺDayîka Iwêş bû çavkaniya azadiyê, ji ber ku rêberekî wekî Ocalan ku ji bo gelên bindest têkoşînê dike, aniye dunyayê.ʺ

Di dawiya axaftinan de hate gotin ku Ocalan di kesayeta dayîka xwe de, li ser jina Kurd lêkolîn kir û ji wir şoreşa azadiya jinê destpê kir.

Civîn bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA