Proje bexçeyên sergirtî di sala xwe ya 5'an de berhemên xwe zêde dike

Projeya bexçeyê sergirtî ya navçeya Girkê Legê di sala xwe ya 5'an de bê navber xebatên xwe didomîne. Berhemên bexçe ji zebzeyên demsala havînê û zivistanê di sûkên herêmê de têne firotin, her wiha derfetên kar ji welatiyên herêmê re peyda dike.

Proje bexçeyên sergirtî di sala xwe ya 5'an de berhemên xwe zêde dike
Proje bexçeyên sergirtî di sala xwe ya 5'an de berhemên xwe zêde dike
Proje bexçeyên sergirtî di sala xwe ya 5'an de berhemên xwe zêde dike
11 nîsan 2018   08:04

LÎNA CANGÎR/QAMIŞLO

Bexçeyê sergirtî ku li navçeya Girkê Legê hatiye çêkirin ket sala xwe ya 5'an. Di bexçe de hemû cûreyên zebzeyên demsala zivistanê û havînê têne çandin, berhemên bexçe li sûkên herêmê di dawiya meha adarê û destpêka meha nîsanê de tên firotin. Tê payîn ku berhemên îsl were zêdekirin.

Projeya bexçeyê sergirtî ya navçeya Girkê Legê di 11'ê çileya sala 2014'an de ji aliyê Navneda Pêşxistina Aborî ya Rojava ve hate vekirin.  Di sala yekem de 6 hingar hatin vekirin, di mewsimê sala duyemîn de kirin 12 hingar bi vê yekê berhemên bexçe bi qasî 50 ji sedî hate zêdekirin.

Di encama serekftina bexçe de di sala 2017'an de hate zêdekirin û bûn 51 hingar ên sergirtî, paşê jî rêveberiyê hinkar zêde kirin û kirin 63 hingar. Di encamê de berhemên xiyaran zêde bû.

Di salên derbasbûyî de pisporên rêveberiya bexçe dikin bû xwedî tecrube û wiha di pêşxistina berhem de kar û xebatên xwe zêde kirin.

Berhemên pêşwext

Li gorî dabeşkirina hingaran zebzeyên demsala zivistanê û havînê têne çandin, di bexçe de xiyar, bacan, beqdûnis, sebanix û hwd têne çandin.

Berhemên pêşwext di dawiya meha Adarê de li sûkên herêmê têne firotin. Sala derbasbûyî berhem derdora 2 tonan rojane li sûkên herêmê hatin firtoin. Endama Rêveber a Projeya Bexçeya Sergirtî Nejbîr Hisên diyar kir ku dê berhemên bexçeyên wan di meha nîsanê de were zêdekirin da ku têra tevahî sûka Girkê Legê bike.

Derfetên kar hatin peydakirin

Li kêleka peydakirina berhemên zebzeyan ji sûka herêmê re proje derfetên kar ji welatiyên hejmarek welatiyên herêmê re peyda kir. Her dem 12 kes di nava bexçe de kar dikin û li ser kar û xebatên pêkanîna bexçe disekin in. ev karker ji xebatên rêveberî, avdan, dermankirin û herwekî din de pêk tîn in.

Li aliyê din jî karkerên demsalan têne û bi rojan di karên bexçe de kar dikin.

(dc)

ANHA