Li Rûsya helîkopterek kete xwarê, mirî hene

Li bajarê Habarovsk ê Rûsyayê, helîkopterek dema ji bo perwerdeyê difiriya kete xwarê. Di bûyerê de 6 kes mirin.

Li Rûsya helîkopterek kete xwarê, mirî hene
11 nîsan 2018   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya medya Rûsyayê, helîkoptera bi tîpa MI-8 ji bo perwerdeyê bi hewa ket û dema xwe datanî balafirgehê kete xwarê.

Agir bi helîkopterê ket û 6 kesên tê de mirin.