‘Jinê bi saya ramanên Ocalan hemû astengiyên pêş xwe derbasî kirin’
Endama Koordînasyona Jin di civîna li Til Hemîsê de axivî û da zanîn ku jinê bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû astengiyên pêş xwe derbasî kirin.

QAMIŞLO
Di çarçvoeya civînên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin de, Koordînasyona Jin a Kantona Qamişlo civînek ji şêniyên navçeya Til Hemîs re lidar xist. Civîna ku bi dehan şêniyên navçeyê têde amade bûn, li Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîs hate lidarxistin.
Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Jin a Kantona Qamişlo Cûdî Osî derbarê tecrîda li ser Ocalan de axivî.
Cûdî da zanîn ku fikirê Ocalan a avakirina Projeya Neteweya Demokratîk, wekhevî di navbera gelan li Bakurê Sûriyê ava bikin û gel dûrî şerê mezhebî ketin.
Cûdî bi lêv kir ku jin li Bakurê Sûriyê bi rêya fikir û felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû astengiyên li pêş xwe rakir û dikaribû di warê rêxistinkirina civakê de û di aliyê siyasî û leşkerî de cih bigre.
Civîn bi pirs û bersivên derbarê rewşa Ocalan de bi dawî bû.
Civînên ji bo diyarkirina rewşa Ocalan li kantona Qamişlo dewam dikin.
(kc)
ANHA