Piştî gefên gelê Efrînê, çeteyên Erdogan her sê jin berdan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sê ji gundê Şêxûtka yên Mabata revandin. Piştî destwerdana şêniyên gund, çete neçar man ku her sê jinan serbest berdin.

NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Efrînê dane ajansa me, çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya niha bi sê rojan, sê jin ji gundê Şêxûtka yê girêdayî navçeya Mabata bê sedem revandin.
Şêniyên gund jî li hemberî vê bûyerê, bertekên tûnd nîşan dan û li pêşiya navendên çeteyan li gund dest bi çalakiyan kirin û gef li çeteyan xwarin.
Çete neçar man ku her sê jinên revandine, serbest berdin.
(kc)
ANHA