Merî El-Şibilî: Tirkiyê dixwaze li Sûriyê Qubirsekî nû ava bike

Hevserokê Buroya Helebê ya MSD'ê Merî El-Şibilî  da zanîn ku dewleta Tirk dixwaza li Sûriyê Qubirseke nû ava bike û got ku divê gelê Sûriyê şoreşeke fikrî pêk bîne û li dijî faşizmê hevgirtina xwe xurt bike.

Merî El-Şibilî: Tirkiyê dixwaze li Sûriyê Qubirsekî nû ava bike
10 nîsan, 2018   06:31

MIHEMED EBDO / HELEB

Hevserokê Buroya Helebê ya MSD'ê Merî El-Şibilî derbarê geşedan û pêşketinên li herêmê pêk tên bersiva pirsên ajansa me (ANHA) da.

*Armanca hikûmeta AKP'ê ji dagirkirina Efrînê û xwe bi cihkirina li Idlib û gundên Hemayê çi ye?

Heger em hinekî di aliyê dîrokî de paş de vegerin, di destpêka aloziya Sûriyê de bersiva pirsê diyar e. Ji destpêka aloziya Sûriyê de hikûmeta AKP'ê hewl dide ku beşek ji xaka Sûriyê dagir bike, wekî çawa berê Lîwai Iskenderona dagir kir. Gava wê ya yekem di riya avakirina kampan ji gelê Sûriyê re pêk hat. Her wiha çete amade kirin, da ku ew têk çû wan bikar bîne.

Projeya ku dewleta Tirk jê re pîlan kiriye, ew e ku xeta di navbera Cerblus, Ezan, Bab, Minbic bighîne Idlib heta Helebê, ew jî di riya dagirkirina Efrînê pêk tê. Niha û piştî 7 salan ji berxwedana li dijî çeteyan û rizgarkirina beşk ji herêma Şehbayê ji aliyê QSD'ê ve van gavan dewleta Tirk aciz kir. Lewma dest gelek tiştan berda da ku projeya gelan a demokratîk têk bibe.

Dest ji Helebê berda û rê da Artêşa Sûriyê beramberî Bab û Cerblusê, niha jî dest ji Xûta Şamê berda bernamberî  Efrînê.  Armanca wan ew e ku demek nêzîk dewletek wekî ya Bakurê Qubrisê ragihîne û demografiya herêmê bi temamî bide guhertin.

*Wê bersiva dewletên di Sûriyê de şer dikin, ji pîlana Tirkiyê re çibe?

Bi rastî zêdeyî hêzekê  li Idlibê heye. Ji wan jî Cebhet El-Nusra û hin komên din ên çete ne. Dema dewleta Tirk li wir dewletokek biçûk ava bike, dê ew çete lihev bikevin. Di encamê de wê werin tune kirin. Me niha ew tişt li ser erdê dît. Dema koma çete ya Nûredin El-Zengî û Ehrar El-Şam  li dijî Cebhet El-Nusra şer kirin, dewleta Tirk ji vî şerê wan sûd wergirt.

Rûsya wê ji bo têkbirina vê pîlana Tirkiyê kar bike, wekî em dizanin ku gundewarên Hema û Idlibê nêzî bargeha Himêmîm in, ev jî bargeha Rûsya ya li Sûriyê ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku piştgiriya fikir Ixwan Mislim dikin wê xeterê li ser berjewendiyên Îran li herêmê çêbike. Di heman demê de xeteriyê li ser Nubil û Zehra yên Helebê û Keferya û Fûa yên Idlibê çêdike.

*Dagirkeriya Tirkiyê û Berxwedana Efrînê.. çi di hesabên navdewletî û siyasetên wan de da guhertin?

Konseya Ewlekariyê ji bo parastina mafê mirovan tiştek ne kiriye. Lê berovajî wê li kêleka berjewndiyên dewletên mezin sekinî. Me li ber xwe da û tiştê li ser xwe kir ku em bersiva duyemîn artêşa di NATO yê de bidin. Da ku em gelê xwe ji komkujiyan rizgar bikin. Berxwedan wê serbikeve. Ema di encamê de hemû alî li ser komkujiyên Erdogan bê deng man.

*Hûn wekî MSD'ê rêbaza karê we ya siyasî û dîplomasî da ku hûn pê kar bikin, ji bo serkeftina Berxwedana Serdemê çi ye?

Rastiya şerê li Sûriyê şerê berjewendiyan e. Wekî mînak heger projeya Erdogan, projeya Ixwan Mislimîn e, projeya me ya demokratîk e û dê bibe misogeriya mafê gelê Sûriyê û wargeha azadîxwazên Sûriyê. Hemû aliyan ji bo şerê me kar kirin. Ji ber projeya me dikeve berjewendiya gelê Sûriyê. Di heman demê rê li ber parçebûna Sûriyê digre.

Em xwediyên vê xakê ne, me şerê terorê kir û DAIŞ derxist derve. Me hemû cîhan ji DAIŞ'ê xilas kir. Heger Konseya Ewlekariyê bê beşdarbûna nûnerên gelê Sûriyê bicive, biryarên wan nayên qebûlkirin. Ji ber ew biryar wê ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê be, tenê wê di berjewendiya dagirkeran de be. Em ê heta dawî parastina projeya xwe ya Netewa Demokratîk bikin. Em ê heta dawî li kêleka gelê xwe bin, di hemû şert û mercan de da ku em ji gelê xwe re geşedanên dawî raber bikin ku siyasetên qirêj ên têne meşandin zanibin.

Çawa me wekî MSD'ê li ser xurtkirina têkiliya bi dewletên dost re ava kir, em ê ji bo wijdanê mirovahiyê zindî bibe kar bikin. Ji bo hêviyên gelê me pêk were û projeya me serbikeve, em ê bi hemû hêza xwe tekoşînê bidomîn in. Em ê li dijî projeyên dagirkeriyê yên têne kirin, derkevin.

Em ji tekoşîna siyasî û leşkerî bêzar nebûn, lê belê em ê tekoşîna xwe heta serkeftina Berxwedana Serdemê bidomîn in. Em bang li gelê Sûriyê jî dikin ku bi yek destî li dijî dagirkeran derkevin û bi hev re şoreşeke rast a di xizmeta welatê me Sûriyê de pêk bîn in.

(dc)

ANHA