ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2018
10 nîsan, 2018   04:00

*Dê  qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kobanê wê serdana konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Erka Xweparstinê Elaedîn Bozê yê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû bikin. 10.00 ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û dane zanîn ku roja azadiya gelan û Ocalan nêz e. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Êzîdiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî civaka Êzîdî ya li Efrînê siyaseta tunekirinê didin meşandin û bi darê zorê ola islamê li ser wan feriz dikin, her wiha mezarên wan ên olî ruxandin. Welatiyan her wiha bang li hemû cîhanê kirin ku li dijî dewleta Tirk û siyasetên wê derkevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li Efrînê pîrozgehên Êzidî û Elewî xirab kirin û gel neçarî koçberiyê hatin kirin, Elewî û Êzîdî ji pêkanîna rêûresmên xwe yên olî mehrûm mam. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li kampa Berxwedan dibistanê amade dike, da ku şagirtên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji xwendinê bê par man, xwendina xwe bidomîn in. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Zarokên Efrînê yên ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê dûrî malên xwe jiyan dikin, tunebûnê jiyan dikin. Lewma zarok bi xwe lîstokan diafirîn in û dema xwe pê derbas dikin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Piştî herêma Dêrazor ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, mala jinê hate vekirin û li vir êdî pirsgirêkên jinan têne çareserkirin. Heta niha 200 dozên jinan hatine çareserkirin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

* Siyasetmedarên navçeya Zirganê Meclîsa ku li Dîlokê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin wekî meclîsa xayîn pênase kirin û ji endamên ENKS'ê yên di bin banê Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê xwestin ji karê xwe vegerin cem gelê xwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

  • Endama KNK'ê Şîlan Şakir diyar kir ku ezmûna demokratîk a li Şengalê tekane riya ku yekîtiya xaka Îraqê û Yekîtiya kurdî misoger dike û bang li hemû aliyên têkildarî kir ku piştgiriyê bidin ezmûna Şengalê û da rê li ber aliyên dixwazin di navbera gelê Îraqê û gelê kurd de tevlîheviyê derbixin, bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Hevserokê buroya Helebê ya MSD'ê Merî El-Şibilî da zanîn ku divê gelê Sûriyê şoreşeke fikrî pêk bîne û li dijî faşizmê hevgirtina xwe xurt bike da ku careke din rewşa saxlem pêk bîne û ji bo xizmeta welatê xwe tekoşîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA