'Ezmûna demokratîk a Şengalê misogeriya yekîtiya xaka Îraqê ye'

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kurdistanê û endama KNK'ê Şîlan Şakir diyar kir ku ezmûna demokratîk a li Şengalê tekane riya ku yekîtiya xaka Îraqê û Yekîtiya kurdî misoger dike û bang li hemû aliyên têkildarî kir ku piştgiriyê bidin ezmûna Şengalê û da rê li ber aliyên dixwazin di navbera gelê Îraqê û gelê kurd de tevlîheviyê derbixin, bigirin.

'Ezmûna demokratîk a Şengalê misogeriya yekîtiya xaka Îraqê ye'
10 nîsan, 2018   04:30

AZAD SEFO-HOGIR NECAR/ŞENGAL

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kurdistanê û endama KNK'ê Şîlan Şakir derbarê serdana wan a ji Şengalê re ji ajansa me (ANHA) re axivî û wiha got: "Armanca serdana me ya Şengalê ewe, ku em peyamekê ji dijmin û hêzên Kurdistan dagirkirin, her weha kesayetên ku alîkariya wan dikin re bişîn in. Em ji wan aliyên ku piştgiriya dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Başûrê Kurdistnaê re dikin û dixwazin îradeya gelê Şengalê yê berxwedêr bişkîn in re dibêjin ku KNK'ê wê bi hemû hêza xwe bi gelê Şengalê re li dijî êrîşan bisekine."

Şîlan Şakir, di berdewama axaftina xwe de jî komkujiyên ku civaka êzîdî pê re rû bi rû hatiye bibîr xist û wiha dom kir: "Civaka êzîdî di 74 fermanan re derbas bû. lê civaka me ya êzîdî niha li Şengalê karîbû rêveberiya xwe ya demokratîk ava bike, her wiha hêza xwe ya leşkerî ragîhand. Hêza ku dûrî berjewendiyên derve parstina Şengal û gelê Şengalê dike."

Şîlan Şakir her wiha da zanîn ku hin kesayetên kurd hene dixwazin êrîşa li ser Şengalê rewa nîşan bidin, ji bo vê yekê îdayên ne rast dûrî rewşa heyî ya Şengalê belav dikin û wiha dom kir: "Tu mafê Tirkiyê nîne ku êrîşî Şengalê bikin. Li vir tenê welatiyên êzîdî hene, em jî îro li kêleka gelê xwe yê Şengalê ne. Ezmûna Şengal a serkeftî divê li herêma Kurdistanê jî pêk were. Pêwîstiya me bi ezmûnek wekî ya Şengalê heye. Ezmûna li Şengalê pêk hatiye tekane riya misogeriya Yekîtiya xaka Îraqê û yekîtiya gelê kurd e jî. Divê hemû aliyên têkildar piştgiriya ezmûna Şengalê bidin û rê li ber parçebûnê û derxistna tevliheviyan di navbera gelê Îraq û Kurdistanê derbixin."

Şîlan Şakir her wiha da diyarkirin ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriya Şengalê bikin û li dijî gefên dewleta Tirk a li ser Şengalê derkevin da ku wekî Mûsilê li vir jî pêk neyê û wiha dom kir: "Dewleta Tirk di gava xwe ya yekem a dagirkirina Şengalê de têk bû. di wê carê de bi hezaran welatiyên êzîdî yên bê guneh jiyana xwe ji dest dan. Wê carê çeteyên DAIŞ'ê bikar anîn. Îro jî dixwaze bi xwe Şengalê dagir bike. Beranberî vê yekê jî partiyê siyasî yên kurd û bi taybet li Başûrê Kurdistanê bê deng in."

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kurdistanê û endama KNK'ê Şîlan Şakir di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê kurd ku li dijî komkujiyan û tehdîdên dewleta Tirk a dijminatiya gelê kurd dike, kirk u di zûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê lidar bixin û wiha got: "Kongreya Netewî tekane riya misogeriya pêkanîna mafê gelê kurd e."

(dc)

ANHA