Rûsya: Îsraîl êrîşî balafirha leşkerî ya Sûriyayê kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyeykê rgaihand ku balafirên Îsraîlê êrişî balafirgeha leşkerî ya Tayfunê ya dikeve navbera parêzgeha Hums û palmîrayê kir.

Rûsya: Îsraîl êrîşî balafirha leşkerî ya Sûriyayê kir
9 nîsan, 2018   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Balafirên artêşa hewayî yên Îsraîlê bi rêya qada hewayî ya Libnanê êrişî balafirgeha leşkerî ya Tayfuna Sûriyeyê ku wek T-4 jî tê zanîn kirin."

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Yekîneyên Parastina Hawayî ya Sûriyeyê ji 8 moşekên Îsraîlê ku ji balafiran hatin avêtin, 5 jê îmha kirine û tenê 3 moşek jî li beşê rojava yê balafirgehê ketin, tu ziyanên mirovî çênebûn."

Derbarê vê yekê Îsraîl tu daxuyanî neda.

Li gor televîzyona Sûriyeyê jî piştî êrişa balafirxaneya leşkerî ya Tayfurê ku li Humsê ye dengê teqînên mezin hatiye bihîstin û tercih kirin ku êrîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) red kir ku wan balafirteha leşkerî yên li  Sûriyê bombebaran kiribin.