Li Dihokê jineke Êzidî hate qetilkirin

Jineke ciwan a Êzidî ku li wargeha Xankê ya Dihokê dijî, destpêkê winda bû û duh jî cenazeyê wê li Behrava Xankê hate dîtin.

Li Dihokê jineke Êzidî hate qetilkirin
9 nîsan, 2018   07:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Jina ciwan a Êzidî Necat Berces ya ji Xanesora Şengalê yê û ji ber êrîşên DAIŞ’ê ya 2014’an neçar man ku koçî herêmên din ên Başûrê Kurdistanê bibe ev 3 roj in hatibû revandin. Piştî lêgerîna 3 rojan kuştî hate dîtin.

Necat Berces ji bajaroka Xanesorê ya Şengalê ye û di dema êrîşên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de koçî parêzgeha Dihokê dike. Nişteciha Kampa Xankêye. Berê niha 3 rojan di carekî de winda dibe û tevî hemû lêgerîna malbata wê jî nayê dîtin.

Piştî 3 rojan duh li Behrava Xankê ya ser bi Dihokê ve kuştî hate dîtin.

Têkildarî sedema qetilkirina wê ti agahiyek ne hatiye bidestxistin û lêkolîna polîsên Dihokê ya derbarê bûyerê de dewam dike.