Şêniyên Efrînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kirin û pirsyar kirin, gelo qanûnên navdewletî ji kiryarên dewletleta Tirk û tecrîda giran a li ser Ocalan li kur in. Welatiyan her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û NY'yî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne.

Şêniyên Efrînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
9 nîsan, 2018   06:25

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Efrîniyên li Şehbayê li dijî tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan feriz kiriye nerazîbûn nîşan dan û gotin ku ji ber destkeftiyên ku gelê Bakurê Sûriyayê ku fikrê Ocalan esas digre pêk aniye, dewleta Tirk tecrîd giran kiriye.

Welatiyê bi navê  Mihemed Betal derbarê mijarê ev tişt anî ziman, "Tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferizkirin, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye. Rêbertî di girtîgeha dijmin de ye, lê firkê wî li gel me ye azad e. Banga min li rêxistinên mafê mirovan û NY ye ku zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li tecrîdê bîne."

Welatiyê bi navê Hemîd Hemdî jî derbarê mijarê wiha got, "Destkeftiyên ku hêzên YPG/YPJ'ê li tevahî Rojava bi dest xistine, hişt ku dewleta Tirk û çeteyên wê tecrîda li ser Ocalan girantir bike. Gelo derbarê vê tecrîdê qanûnên navdewletî li kur e. Bê dengiya navdewletî nîşana piştgiriya bi Erdogan û hikûmeta wî re ye."

Welatiyê bi navê Hesen Mustefa jî têkildarî mijarê wiha axivî, "Ocalan rêberê hemû gelê bindest e. Ne tenê Rêberê Gelê Kurd e. Ji bo demokrasî û mirovahiyê tekoşîn daye meşandin. Tirkiyê tecrîd li ser wî giran kir, da ku têkiliya di navbera Ocalan û gel qut bike. Lê bila baş bizan in ku ew ê tu carî nikarin têkiliya me wekî gelên Bakurê Sûriyê bi rêberê me Ocalan re qut bikin. Ji ber em bi fikrê Ocalan tekoşîna xwe didin meşandin."

(dc)

ANHA