Li Embarê êrîşa xwekujî

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê baregeheke leşkerî ya hêzên Iraqê ya li bajaroka Hedîse ya Embarê kir. Di navbera hêzên Iraqê û çeteyan de şer rû da. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, yek xwe di nava hêzên Iraqê de teqand. Her wiha 2 endamên ser bi hêzên Iraqê mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li Embarê êrîşa xwekujî
9 nîsan, 2018   06:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çeteyên DAIŞ’ê serê vê sibehê êrîşê baregeheke leşkerî ya hêzên Iraqê ya li bajaroka Hedîse ya ser bi parêzgeha Embarê kirin. Di encama êrîşa çeteyan de pevçûn di navbera hêzên Heşdî Eşaîrî û hêzên ewlekariya Iraqê de derket. Di pevçûnê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bombeyên li ser xwe di nava hêzên Iraqê de teqand.

Di encama şer û pevçûnan de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 endamên Heşdî Eşaîrî û hêzên Iraqê mirin û 6 kes jî birîndar bû. Her wiha çeteyek jî xwe teqandibû.

Birîndar rakirine nexweşxaneya Hedîse û têgotin ku rewşa hinek birîndaran giran e.