Komîteya Jinûve avakirinê ya Reqayê pirek ava dike

Ji ber ku zehmetiyên welatiyên bakurê Reqayê ya derbaskirina kenala reyê ya başûr û bakur bi hev girêdide, bi taybet di dema çinîna berhemên zivistanê wê demek nêzîk were berhevkirin, komîteyê pirek ava dike.

Komîteya Jinûve avakirinê ya Reqayê pirek ava dike
8 nîsan, 2018   07:39

REQA

Komîteya Jinûve avakirinê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên çêkirina pirekî ji hesin li bakurê Reqayê, li ser kenala Reyê bi dawî kir. Pir li gundê El-Ednaniyê hatiye çêkirin. Pir dê bi awayekî demkî di xizmeta welatiyan de be, heta pira kevin were temîrkirin û bikev xizmetê.

Dirêjbûna pir 12 metre û firehiya wî jî 4 metre, hemû tirmpêlên çandiniyê dikarin di ser re derbas bibin.

Serokê Komîteya Jinûve avakirinê Ebdulah El-Eryan derbarê mijarê de got ku berhevkirina mewsimê zivistanê nêzîk bûye û ev tişt anî ziman: "Lewma me lez da xebatên çêkirina vî pira alternatîf. Em ê di demek nêzîk de pira kevin amade bikin."

(dc)

ANHA