ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2018
8 nîsan, 2018   04:00

*Dê  qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniên Reqayê ji Meclîsa Sivîl a Reqaê daxwaz kirin ku derfetên kar ji wan re peyda bikin û gotin ku ew dixwazin malên xwe bi keda xwe ava bikin. Welatiyan her wiha xizmetên saziyên erkdar rexne kirin û destnîşan kirin ku kêşeya cope hîn ne hatiye çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Rûsiya û Tirkiyê li ser hesabên komên ku navê opozisyonê li xwe dikin û gelê Sûriyê de bazaran dikin û herêman bi hev didin guhertin. Di encamê de dewleta Tirk a dagirker beşek ji xaka Sûriyê dagir kir. Kantona Efrînê jî beşek ji van bazarên wan bû, di encamê de Efrînê aram bû ye herêma rijansina xwîna kesên bê  guneh. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎKA

*Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyidiz diyar kir ku gelê Şirnexê, polîtîkayên bişaftin û guherîna demografiya Kurdistanê di bin çadiran de vala derxist, niha jî gelê Efrînê heman polîtîkayê bi heman berxwedanê val derdixîne û wiha got,“Divê gelê Efrînê ji hev belav nebin.” ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjeniya Demokratîk a Sûriy Lorens El-Cerba diyar kir ku Rûsiya jî şirîka Tirkiyê ya pêkanîna komkujiyên Efrînê ye û destnîşan kir ku wê têkiliya di navbera herdû aliyan de pir dirêj neke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Zarokên koçber ên di kampa Ebû Xeşeb a Dêrizorê de dimîn in rewşa wana xwarinê gelekî xirabe. Rêveberiya kampê destnîşan kir ku 70 ji sedî ji zarokên di kampê dene kêmxwariniyê jiyan dikin. Di kampê de Şîr û nan pir kêm e û bi zehmetî têne peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Cotkarên bajaroka El-Cirniye ya li bakur-rojavayê Tebqayê cotkar neçar man ku çaniniyên demsala havînê rawestîn in, ji ber ku dewleta Tirk ava Çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye. Welatî êdî nikarin zeviyên xwe av bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

* Ji ber zehmetiyên welatiyên bakurê Reqayê ya derbaskirina kenala reyê ya başûr û bakur bi hev girêdide, bi taybet di dema çinîna berhemên zivistanê wê demek nêzîk were berhevkirin,komîteyê pirek amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HERÊMÎ

*Şaredariya Gel a herêma Kesrat a başûrê Reqayê ku ev demek kurt hatiye vekirin, hemleya paqijkirinê li herêmê daye destpêkirin. Hemele ji ber Çerxereiya Şehîd Ednan El-Ehmed a li gundê Kesra Feric destpê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA