YPG/YPJ`ê li dagirkeran xist, du leşker birîndar bûn, çeteyek jî hate kuştin

Şervanên YPG û YPJ`ê çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navenda bajarê Efrînê lidar xistin. 2 leşkerên Tirk birîndar bûn û çeteyek jî hate kuştin.

YPG/YPJ`ê li dagirkeran xist, du leşker birîndar bûn, çeteyek jî hate kuştin
7 nîsan, 2018   08:03

EFRÎN

Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şeva din bendekî kontrolê yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navenda bajarê Efrînê armanc girtin.

 Di encamê de 2 leşkerên tirk bi giranî birîndar bûn û çeteyê bi navê Ebid El-Ezîz Necar hate kuştin.

(kc)

ANHA