Ji ber mayînan sûd ji genimê di depoyên Hinîda neyê girtin

Mudîriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya herêma Tebqayê banga mirovî li rêxistinên taybet ên mayînan radikin da ku depoyên genim ên Hinîde ya rojhilatê Tebqayê ji mayînan paqij bikin.

Ji ber mayînan sûd ji genimê di depoyên Hinîda neyê girtin
6 nîsan, 2018   06:35

TEBQA

Piştî ku raporên fermî ji koordînatorê giştî yê rakirina mayînan ji Buroya Karûbarê Rêxistinan a Herêma Tebqayê bi hejmara 42 an hat, hişyarî hate ku di depoyên Hinîde ya li rojhilatê Tebqayê mayînên normal û ên zîrek hene. Her wiha madeyîn kîmyawî ku çeteyên DAIŞ'ê li depoyê bi cih kirine, da ku rê nede welatiyên herêmê berê xwe bidin depoyên genim û sûd jê werbigirin.

Di dema ku buroya depoyê nikarîbû miqdarê genim ku di depoyê de hatine bi cih kirin tesbît bike, her wiha kontorl bike, dema wê çûye yan na, ji ber şerê ku di herêmê de pêk hat.

Hêjaya bibîr xistinê ku ev salek û heta niha tu kes nikare derbasî depoyên Hinîde bibin û binere çi miqdarê gemim di depoyan de heye. Bi taybet di dema ku pêwîstiya herêmê bi genimê baş ji bo nan û pêwîstiyên jiyanê heye.

(dc)

ANHA