Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin

Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Temir nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn  bi merasîmekê vekir.

Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hate vekirin
5 nîsan, 2018   10:47

HESEKÊ

Nexweşxane bi navê şehîd (Lêgerîn) ya ji Arjentîniya ya ku di encama qezaya tirafîkê de li Hesekê şehîd bibû hate vekirin.

Di merasîma vekirina nexweşxaneyê de yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd li Rojava Şêrwan Berî, Hevserokê Desteya Tendirûsiyê yê Cizîrê Tariq Hemendî, yek ji rêveberên nexweşxaneya Lêgerîn Hesen Emîn û bi navê Kongreya Star Roşîn Hisên axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina nexweşxaneyê li hemû kesên hazir hate pîrozkirin. Her wiha hate gotin ku vekirina nexweşxaneyê pêngava bersivdayîna êrîşan li ser herêmê ye.

Paşê deriyê nexweşxaneyê ji aliyê dayika şehîd Rojdem û dayika şehîd Kawa ve hate vekirin.

Hêjaye gotinê ku 40 kadroyên tendirûsiyê di nexweşxaneyê de bixebitin.

Di nexweşxaneyê de 9 ode ji wan 2 odeyên destwerdanên lezgîn, jin, zarok, dermanxane û hwd hene.

Nexweşxane wê 24 saetan bê pere bixebite.

(bx)

ANHA