‘Divê rêxistinên mirovî ji bo gelê Efrînî bi erka xwe rabin’

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a Efrînê Rîm Qermo ji saziyên mirovî yên pêwendîdar xwest ku alîkariyê bidin gelê Efrînê yê ku li herêma Şehbayê bi cih bûye.

‘Divê rêxistinên mirovî ji bo gelê Efrînî bi erka xwe rabin’
5 nîsan, 2018   10:33

ARIF SILÊMAN/ ŞEHBA

Bi hezaran gelê Efrînê piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê neçar man ji bo ku ji komkujiyan werin parastin ji malên xwe derketin û li navçeya Şêrawa û  kantona Şehbayê bi cih bûn.

Heyva Sor a Kurd bi alîkariya kadroyên xwe yên tenduristî ji bo peydakirina alîkariya tenduristî ji bo gelê Efrînê yê li Kampa Berxwedan bi cih bûye  bê navber kar dike.

Ji ber welatî bi rojan westiyan û li çolan razan di nava wan de hin nexweşiyên weke Mêkutok, zerik û hwd derketin.

Tirsa Heva Sor ji vê ye ku derman ji van nexweşiyan re neyê peydakirin û di nav welatiyan de nexweşî zêde bibe.

 Ji ber vê yekê ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Rîm Qermo ji saziyên mirovî xwest ku bi erka xwe rabin  û bi welatiyan re bibin alîkar.

(ekip)

ANHA