'Meclîsa Dîlokê nûnertiya me nake, em ê vegerin Efrîn ê'

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku Meclîsa Dîlokê bi tu awayî nûnertiya wan nake û li ser kurdên di nava meclîsa wan de  cih digirin gotin ku xayîn û xwe firoşin. Şêniyan her wiha dane zanîn ku ew ê Efrîn ji  dagirkeran were paqijkirin û ew ê vegerin warê xwe.

'Meclîsa Dîlokê nûnertiya me nake, em ê vegerin Efrîn ê'
5 nîsan, 2018   06:57

SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xwe ya ji bo Efrînê rewşa nîşan bide, li Dîlokê û di bin rêveberiya MIT 'ê de meclîsek di bin navê rêveberiya Efrînê de ava kir. Meclîsa wan ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û hin kesayetên kurd ku bi îxaneta doza kurd têne naskirin pêk tê.

Welatiyên Efrînê diyar kirin ku meclîsa Artêaş Tirk ava kiriye nûnertiya wan nake û gotin ku kurdên resen ên xwe bi xaka xwe û gelê xwe girêdide.her wiha li ser ên di nava meclîsa Dîlokê de cih digirin jî gotin xayîn û xwefiroş in.

Welatiyê bi navê Nebo Elo di destpêka axaftina xwede bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dizîn, talan kirin û binesaziya wê xirakirin û wiha dom kir: "Ne ji mafê dewleta Tirk e xaka me dagir bikin. Niha jî dixwaze di riya hin çete û xayînan re birêve bibe."

Welatiyê bi navê Cemîl Mhko dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re şermezar kir û wiha got: "Em ê ji dagirkeriya Tirkê re teslîm nebin. Em ê Efrînê ji dagirkeran paqij bikin. Em ê wan meclîsên li Tirkiyê têne avakirin qebûl nekin. Em ji wan kurdên xayîn re dibêjin ku hûn xwefiroş in, hûn ne kurd in. Em ê we tu carî qebûl nakin."

Cemîl di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku kurdên resen ên heta dawî bi xaka xwe ve girêdayî ne û dûrî berjewendiyên xwe parastina welatê xwe dikin.

Welatiyê bi navê Henan Ebdulah jî destnîşan kir ku pîlanên li dijî gelê kurd hatine kirin careke din pêk tê û wiha dom kir: "Dewleta Tirk çeteyan ji bo qetilkirina şêniyên Efrînê bikar tîn in. Em ê tu meclîsan ji derveyî meclîsên ku me bi xwe wan hilbijart, li ser xwe qebûl nekin.Tekane hêza ku nûnertiya me dike û parstina me dike, hêzên YPG/YPJ'ê ne. Em bi hêzên xwe bi bawer in. Em dizanin ku wê hêzên me Efrîn izgar bikin û em ê vegerin warê xwe."

(dc)

ANHA