Di nava du rojan de sê balafirên DYA`yê ketin xwarê

Hate ragihandin ku balafireke F-16 a artêşa DYA ketiye xwarê. Di nava du rojan de bû 3 balafirên artêşê ku dikevin xwarê.

Di nava du rojan de sê balafirên DYA`yê ketin xwarê
5 nîsan, 2018   06:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin û hate ragihandin ku balafirek ji balafiregha Nevada rabû ketiye xwarê. Hate gotin, balafireke bi tîpa F-16 di dema perwerdeyê de ketiye xwarê.

Li gorî daxuyaniyê, balafir li gorî dema herêmê saet 10:30'î kete xwarê. Bû balafira sêyemîn ku ji roja Sêşemê ve ketine xwarê. Roja Sêşemê helîkopterek bi tîpa Super Stallion a Hêzên Deryayî li eyaleta Kaliforniyayê ketibû xwarê û 4 personelên tê de miribûn.

Heman rojê balafireke şer a bi tîpa Harrier AV-8B a hêzên deryayî ketibû xwarê.