Zarokên Girkê Legê rojbûna Ocalan pîroz kirin

Di bin dirûşmeya ʺBi ruhê Berxwedana Serdemê, em 4ʹê Nîsanê li zarokên cîhanê pîroz dikinʺ bi sedan zarokên Girkê Legê rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin

Zarokên Girkê Legê rojbûna Ocalan pîroz kirin
4 nîsan, 2018   16:32

QAMIŞLO

Zarokên navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran kom bûn û ji bo 4ʹê Nîsanê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de şêniyên herêmê û gaziyên şer amade bûn. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya TEV-DEMʹê li Girkê Legê Pîroz Cûdî axivî, rojbûna Ocalan li tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna Rêbertiyê ya ji bo azadiya gelên bindest. 

Piştre komên girêdayî Navenda Aram Tîgran hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Hêvî jî şanoya bi navê ʺDayîk û jiyanʺ pêşkêş kir. 

Şahî bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.  

(mm)

ANHA