Amadekariya avakirina zanîngeha Kobanê tê kirin

Îro civîneke çapemeniyê hat lidarxistin û projeya avakirina zanîngeha Kobanê hat nîqaşkirin.

Amadekariya avakirina zanîngeha Kobanê tê kirin
Amadekariya avakirina zanîngeha Kobanê tê kirin
Amadekariya avakirina zanîngeha Kobanê tê kirin
Amadekariya avakirina zanîngeha Kobanê tê kirin
4 nîsan, 2018   16:27

KOBANÊ

Civîn li mezraya Sofiya ya 10 km dikeve başûrê bajarê Kobanê ku dê zanîngeh lê were avakirin, hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim , Hevserokê Zanîngeha Kobanê Kemal Besrawî û Endama rêxistina (Hêvî) Dîlan Muslim amade bûn. 

Destpêkê Enwer Muslim axivî û da zanîn ku di vê pêvajoya dîrokî de, amadekariya avakirina zanîngehê tê kirin. Muslim wiha got, ʺDê bi koordîneya Rêveberiya Xweser, Desteya Perwerdeyê û saziya Hêvî were avakirin. Li zanîngehê ne tenê ciwanên Kobanê, lê ciwanên tevahî Sûriyeyê dikarin bixwînin.ʺ

Endamê Rêveberiya Saziya Hêvî Coman Kenan spasiya Rêveberiya Xweser kir ku dê zanîngehê ava bike. 

Di berdewama civînê de pirsên derbarê zanîngehê de hatin bersivandin. 

Pirsên beşdaran wiha hatin bersivandin, ʺDê avakirina zanîngehê du salan dom bike. Dê li zanîngehê 35 hezar xwendekar bixwîne. Ne tenê ciwanên herêma Firatê, ciwanên tevahî Sûriyeyê û derveyî Sûriyê jî dikarin li zanîngehê bixwînin.ʺ   

(mm)

ANHA