Baxçeyê Apo hat vekirin û dar lê hatin çandin

Bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Girê Spî baçxeyê ʺSerok Apoʺ vekirin. Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî dest bi çandina daran kir.

Baxçeyê Apo hat vekirin û dar lê hatin çandin
4 nîsan, 2018   15:27

GIRÊ SPÎ  

Şêniyên Girê Spî bi hevkariya saziyên sivîl baxçeyê ʺSerok Apoʺ vekir.  Li baxçe dar hatin çandin. 

Li baçxe Endamê TEV-DEMʹê Kendal Silûk axivî, rojbûna Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û da zanîn ku çandina daran di vê rojê de, tê wateya çandina jiyaneke nû.  

Piştre gel dest bi çandina daran kirin. 

DÊRAZORÊ

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî li gundewarên bakurê Dêrazorê dest bi kampanya çandina daran kir. 

Şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û rûspiyên êlên herêmê beşdarî xebatên çandina daran bûn. Destpêkê dar li goristana Şehîd Xidir Hemada hatin çandin. 

(mm)

ANHA