Jinên Qamişlo: 4ʹê Nîsanê vejîna dîroka nû ya jinê ye

Jinên bajarê Qamişlo dane zanîn ku rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vejîna dîroka nû ya jinê ye.

Jinên Qamişlo: 4ʹê Nîsanê vejîna dîroka nû ya jinê ye
Jinên Qamişlo: 4ʹê Nîsanê vejîna dîroka nû ya jinê ye
4 nîsan, 2018   15:17

SOZDAR CEMÎL/QAMIŞLO 

Nûçegihana me di roja 4ʹê Nîsanê de nêrînên jinên ku dar diçandin girtin. 

Munîra Şakir roja 4ʹê Nîsanê li malbatên Şehîdan pîroz kir û wiha got, ʺ4ʹê NÎsanê vejîna dîrokeke nû ya jinê ye û azadiya jinê ji koletiyê ye.ʺ 

Munîra tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertiyê azad bikin. 

Fatma Hisên jî rojbûna Ocalan li tevahî jinan pîroz kir û da zanîn ku jin bi saya felsefeya Rêbertiyê ji desthilatdarî û zihniyeta baviksalarî rizgar bû. Fatma wiha got, ʺŞoreşa Rojava bû şoreşa jinê û jinê mafên xwe bi dest xistin.ʺ

Fatma Elî jî destnîşan kir ku Ocalan Rêberê aştî, demokrasî û biratiya gelane û îdeolojiya wî azadiya gelên bidest armanc dike. 

Fatma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertî azad dibe.

(mm)

ANHA