Rojbûna Rêbertiyê li mala ku lê jiyan kirî pîroz kirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê li gundê Elberlûrê kom bûn û rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

Rojbûna Rêbertiyê li mala ku lê jiyan kirî pîroz kirin
4 nîsan, 2018   14:01

KOBANÊ

Girseya gel bi cil û bergên folklorî beşdarî şahiya pîrozbahiya rojbûna Rêbertiyê bûn û wêneyên wî hildan. 

BI BOJBÛNA OCALAN RE, HER TIŞT LI ROJHILATA NAVÎN GUHERÎ

Gel berê xwe dan mala ku rêbertî beriya 40 salan tê de jiyan kiriye. Li wir Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Hêlîn Haçim axivî, diyar kir ku 4ʹê Nîsanê rojeke dîrokî ye û wiha got, ʺBi bojbûna Ocalan re her tişt li Rojhilata Navîn guherî. Baweriya me heye ku em ê bi felsefeya Rêbertiyê tevahî gelên bindest azad bikin.ʺ

Hêlîn anî ziman ku wek ew gelekî bi vê rojê serbilindin ji ber ku 4ʹê Nîsanê rojbûna jina azad e.

Piştî axaftinan, Koma Gulava a zarokên astengdar a stranan, koma Şîlan a dîlanê û koma rewşenbîran derketin ser dikê û hunerên stran,dîlan û helbestan pêşkêş kirin. 

Koma Şehîd Yekta jî şanoyek li ser trajediya gelê Kurd ji aliyê sîstemên desthilatdar ve, pêşkêş kirin. 

Piştre Hevserokê Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û da zanîn ku berxwedana Kobanê û berxwedana Serdemê ya Efrînê berhema têkoşîna Ocalan e. 

Şahî bi hunerên dîlanê û dirûşmeyên ʺBijî Serok Apoʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA