Li gundê Jinwar rojbûna Rêbertiyê hat pîrozkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li gundê Jinwar dar çandin û bi vî awayî rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

Li gundê Jinwar rojbûna Rêbertiyê hat pîrozkirin
4 nîsan, 2018   13:34

HESEKÊ

Îro di saetên sibehê de bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê û navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo berê xwe dan gundê Jinwar û bi çandina daran rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di şahiyê de Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kongreya Star Welîde Botî axivî, rojbûna Rêbertiyê li gelê Kurd û tevahî gelan pîroz kir û wiha got, ʺRamanên Rêbertiyê li tevahî cîhanê belav bûn. Dewleta Tirk Rêbertî xist zindanê, lê ramanên wî di mejiyê me de ne.ʺ  

Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî axivûî, rojbûna Rêbertiyê li tevahî gelan pîroz kir û da zanîn ku rojbûna Ocalan, rojbûna mirovahiyê ye û felsefeya wî hêviya serkeftinê ye. 

Her wiha Ebdulkerîm Sarûxan jî da zanîn ku Ocalan ji bo azadiya gelan jiyana xist xizmetê. Sarûxan soz da ku ew e têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertiyê azad bikin. 

Şahî bi stranên koma Delîla bi dawî bû. Pişter beşdaran berê xwe dan baxçeyê gund û dar çandin. 

(mm)

ANHA