'Rojabûna Ocalan berbanga azadiya hemû gelên bindest eʹ

Jinên Girê Spî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û gotin rojabûna Ocalan  berbanga azadiyê ya ji hemû gelên bindest re ye.

'Rojabûna Ocalan berbanga azadiya hemû gelên bindest eʹ
4 nîsan, 2018   04:08

GIRÊ SPÎ/GULÎSTAN MIHEMED

Jinên Girê Spî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû jinan û gelên bindest pîroz kirin û diyar kirin ku rojabûna Ocalan rojbûna berbanga azadiyê ji hemû gelên bin dest û bi taybet ji jin re ye.

Endama Desteya Karûbarê Jinan a Girê Spî Fadiya Şerîf di destpêka axaftina xwe de 4'ê Nîsanê li hemû gelên cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em bi fikir û felsefeya Ocalan azad bûne. Em bi firkê Rêbertî derbasî saziyan bûne û bajarê xwe birêve dibin. Jina bi saya firkê Ocalan di hemû qadên jiyanê de tekoşîn kirin û şervanên wekî Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan û Barîn Avesta, her wiha jinên ku niha di qadên tekoşînê de cih digrin derketin e."

Fadiya Şerîf, di berdewama axaftina xwe de xîtabî dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin ku bi dîlgirtina Rêbertiyê hûnê nikarin me dûrî doza me bixin. Wê proje û pîlanên we yên li dijî Bakurê Sûriyê û tevahî herêmê bi ser nekevin. Em hemû Ocalan in û bi fikrê wî tekoşîn dikin."

Endama Kongreya Star Dîlan Hesen jî derbarê mijarê de ku bi rojbûna Ocalan re berbanga azadiyê ji hemû gelên bindest re jidayîk bû ye û wiha dom kir: "Em bi saya fikrê Rêber Ocalan bi yek destî tekoşîn dikin. Tu cûdahî di navbera zimanan û pêkhateyan de nîne."

Dîlan di axaftina xwe de jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dîlgirtina Ocalan îsrara gelê herêmê û hêza wan a tekoşîna ji bo doza xwe zêde kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan em ji koletiyê rizgar kirin. Em jî Rêbertiya xwe ji Imralî rizgar bikin."

Endama Şaredariya Gel Bêrîvan Salih jî 4'ê Nîsanê pîroz kir û axaftina xwe bi helbestekê dest pê kir û wiha got: "Ocalan bi canê xwe xistina girtîgehê de, lê fikrê wî azad e, em jin soz didin ku em ê heta dawî şopdarên fikir û felsefeya rêbertiya xwe bikin. Em ê hemû jinên cîhanê rizgar bikin. Her wiha em ê Rêbertiyê jî azad bikin."

(dc)

ANHA