Li Xaneqînê di navbera artêşa Iraqê û DAIŞʹê de şer rû da

Li bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê di navbera Artêşa Iraqê û komek çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Ji ber guleyên hewanê nêzî sivîlan ketin, jinekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Xaneqînê di navbera artêşa Iraqê û DAIŞʹê de şer rû da
3 nîsan, 2018   18:36

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê ElSihêdad ê bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê ya ser bi Diyale şer di navbera çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Iraqê de derket.

Berpirsê Komîtiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Qeretepe Mihemed Omer têkildarî encama şer ev agahî dan ajansa me ; "Hejmarek wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê çûn gundê ElSihêdad, dema ku gihişt gund di navbera çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Iraqê de şer derket.  Dema şer ket, çend guleyên hewanê li ElSihêdad ket. Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din ji birîndar bû. Yek ji birîndaran zaroke. Birîndar rakirin nexweşxaneya Qeretepe."

Şer zêdeyî nîv saetê berdewam kir, li gorî agahiyên Berpirsê Komîtiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Qeretepe Mihemed Omer dane, kuştiyên çeteyan û Artêşa Iraqê çênebûne, û çeteyên DAIŞ'ê ji wir vekêşan.