Şandeyeke Brîtanî derbasî Rojava bû

Îro di saetên êvarê de şandeyeke Brîtanî derbasî Rojava bû, da rewşa Rojava bişopîne û derbarê wê de raporekê pêşkêşî rêveberiya Brîtanyayê bike.

Şandeyeke Brîtanî derbasî Rojava bû
3 nîsan, 2018   15:54

QAMIŞLO – Şande ji Cîgirê Partiya Karkerên Brîtanyayê Lloyd Russell Moel, Sînatorê Meclîsa Giştî ya Brîtanya Lord Maurice Glassman, Midûrê Buroya Sandîkayan a navneteweyî Simon Dibbing, Berpirsê Sandîkayên Brîtanyayê Ryan Fletcher û Midûrê navenda Pêşketinê ya Kurdî Ibrahîm Dogos pêk tê. 

Şande li deriyê Sêmalka ji aliyê Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Cîgira wî Senaa Deham û rêveberên deriyê Sêmalka ve hatin pêşwazîkirin. 

Tê payîn ku dê şande berê xwe bide bajarê Qamişlo, bi berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê re bicivin.  

(mm)

ANHA