Ciwanek hate kuştin, 11 jî hatin binçavkirin

Hêzên Îsraîlê îro di saetên sibê de ciwanek bi guleyan kuştin û her wiha 11 welatiyên din binçav kirin.

Ciwanek hate kuştin, 11 jî hatin binçavkirin
3 nîsan, 2018   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Îsraîlê îro di saetên sibê de ciwanekî Filistînî li nêzî bargeha Îsraîl a ku dikeve rojavayî Selfît başûrê Nabilus, kuştin.

Li gorî çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku Hêzên Îsraîlê ciwanê ku erebiya xwe nêzî bargehê dajot hedef girtin û ew kuştin. Heta niha nasnameya ciwanê ku hatiye kuştin nehatiye diyarkirin.

Ji aliyekî din ve hêzên Îsraîlê îro di saetên sibê de girtin ser bajarê Difa Rojhilat û di encamê de 11 welatî binçav kirin. Li ser vê esasê şer di navbera ciwanên Filistînê û Hêzên Îsraîlê de li herma Nebî Salih derket.

(bx)

ANHA