Rûsya ji çeteyên Erdogan re got: Yan xwe radest bikin, yan jî derkevin

Hêzên Rêjîmê û Rûsya biriyara ku gurûpên çeteyan ên ku li Qelemon dimînin an ji wê deverê derbikevin an jî xwe radestî wan bikin, dan pêşiya çeteyan.

Rûsya ji çeteyên Erdogan re got: Yan xwe radest bikin, yan jî derkevin
3 nîsan, 2018   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya ku doza lihevkirina di navbera çeteyên Ceyiş El-Îslam û Rûsya  de bidawî bibe çeteyên li Qelemona Rojhilat dimînin gotin ku Rûsya û Hêzên Rêjîmê du biryar danîne pêşiya wan an ji wê ji Qelemon derkevin an jî xwe radestî Rûsya û Rejîmê bikin.

Ji aliyekî din ve jî, li gorî ajansa Sana ya ser bi Rêjîmê ve got ku 11 hezar û 46 çeteyên Ceyş El-Îslam û malbatên xwe berê xwe dane bajarê Cerablusê yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

(bx)