Li Goristana Şehîd Xebat du cangorî hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên du şervanên YPG`ê Mihemed Silmiyê  û Rizgar Amed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Li Goristana Şehîd Xebat du cangorî hatin oxirkirin
2 nîsan, 2018   15:50

QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê  cenazeyên du şehîdên YPG`ê oxir kirin.

Gelê Dêrikê, Girkê Legê, Koçerat û Beravê cenazeyên her du şervanên YPG`ê Mihemed Silmiyê yê pêkhateya Elewî ku di encama qezaneyekê de şehîd bûbû û Rizgar Amed ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dane Goristana Şehîd Xebat a li rojhilatê bajarê Dêrikê.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin.

Paşê, bi navê hêzên leşkerî Mihedîn Xêrikî axivî û da zanîn ku her du cangorî bê dudilî beşdarî şerê li dijî hêzên ku dixwazin ewlehiya herêmê xerab bikin, dibûn û erka xwe bi cih dianîn.

Xêrikî di dawiya gotinên xwe de, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan careke din dûbare kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ibêd  axivî û da zanîn hemû destkeftiyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin lidarxistin bi saya şehîdan bû.

Herwiha bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk li Bakurê Sûriyê Red Yûsif jî axivî û tekez kir ku şervanên QSD`ê ji bo parastina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê û jiyana hevbeş, canê xwe dan.

Piştî axaftin bidawî bû, wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Bi navê malbata şehîd Mihemed, birayê wî Xezwan El-Şear axivî û bi xêrhatin beşdaran kir û tekez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê rêya birayê xwe be.

Li gorî Meclîsa Mlbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameya her du şehîdan wiha ne:

Navnas: Mihemed Silmiyê

Nav û paşnav: Mihemed El-Şear

Dayîk: Semîhe

Bav: Nesir

Cihê dayîkbûnê: Dêrik-gundê Silimiyê

Cih û dîroka tevlîbûnê: Dêrik 2012

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik 2018

****

Nasnav: Rizgar Amed

Nav û paşnav: Receb Tobrak

Dayîk: Bîrcan

Bav: Remzî

Cihê dayîkbûnê: Amed

Dîroka tevlîbûnê: 2014

Cih û dîroka şehadetê:Efrîn 2018

(kc)

ANHA