Xiristiyanên Tebqa piştî 7 salan Cejna Ekîto pîroz kirin

Xiristiyanên Tebqayê piştî 7 salan cara yekemîn cejna xwe ya Ekîto pîroz dikin û bi vê yekê kêfxweş in.

Xiristiyanên Tebqa piştî 7 salan Cejna Ekîto pîroz kirin
2 nîsan, 2018   10:22

TEBQA - Li bajarê Tebqayê Xiristiyanan ji ber çeteyên DAIŞ`ê nikarîbûn cejnên xwe pîroz bikin. Piştî Tebqa rizgar bû ev cara yekemîne piştî 7 salan cejna Ekîto pîroz dikin.

Welatiyên Tebqayê kêfxweşiya xwe ji ajansa me re anîn ziman û gotin,ʺBi saya QSD`ê êdî em dikarin bê tirs cejnên xwe pîroz bikin.ʺ

Welatiya bi navê Um Sako anî ziman ku wan 7 salan nikarîbûn cejnên xwe pîroz bikin û got, ˝ Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê bi boneya cejna Ekîto kiribû betlana û hemû pêkhateyên bajar cejna me li me pîroz kirin, ev yek jî bi saya QSD`ê pêk hat.ʺ

Her wiha Ebû Robîn bang li Xiristiyanên Tebqayê kirin ku vegerin bajarê xwe û ji nûve dêrên xwe yên li Tebqayê ava bikin.

Ebû Selîm jî got,ʺÇeteyên DAIŞ`ê em ji cejin û kevneşopiyên me mehrûm kirin û destûr neda ku em cejnên xwe pîroz bikin.ʺ

Berî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagirbikin li Tebqayê 600 malbatên Xiristiyan û 3 dêrên wan hebûn.

(np)

ANHA