Li Reqayê du bombeyên deng hatin teqandin

Şevê din du çeteyên ne nas du bombeyên deng avêtin bin konê sersaxiyê yê li bajarê Reqayê. Di encamê de, 17 welatî birîndar bûn.

Li Reqayê du bombeyên deng hatin teqandin
2 nîsan, 2018   09:40

REQA – Konê sersaxiyê yê welatiyê sivîl ku bombe têde hatibûn teqandin, li taxa Bab Bexdad hatibû vedan.

Nûçegihanên me raghandin ku hinek birîndar rakirin navenda Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, hin birîndarên din jî ji ber rewşa wan a giran rakirin nexweşxaneya Girê Spî.

Herwiha nûçegihanên me dane zanîn ku her du çete motosiklêt bi kar dianîn û dema her du bombe avêtin, yekser ji herêmê reviyan.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ehmed Ebd El-Selam derbarê mijarê de ev agahî dan,ʺDi saet derdora 22:00`an de me dengê teqînê bihîst. Yekser em çûn cihê bûyerê û me dest bi lêkolînê kir. Herwiha me birîndar jî rakirin navendên tenduristî yên Reqayê û nexweşxaneya Girê Spî.ʺ

 Ebd El-Selam diyar kir ku lêpirsîn û lêkolîna wan derbarê bûyerê de didome.

(kc)

ANHA