‘Ocalan ji me xwest em lêgerînên rastiyê bin’

˝Rêberê APO ji me xwest ku em bi rêz nêzî fikir û ramanên mirovan bibin˝.

‘Ocalan ji me xwest em lêgerînên rastiyê bin’
2 nîsan, 2018   09:45

RÊNAS REMO

QAMIŞLO -  Gurûpek ji welatparêzên herêma Cizîrê sala 1994`an diçin Helebê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di nava wan de bavê şehîd Necmedîn Mihemed Ibrahîm ê ji gundê Girdêm ê girêdayî navçeya Tirbespiyê jî heye.

Misto anî ziman ku wan mereq dikir Ocalan bibînin û tenê li gel xwe texmîn dikirin Ocalan demeke kurt bi wan re hevdîtin bike û ew vegerin.

Misto di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir Ocalan dema derbasî odeya ew lê ne yek bi yek silav dide wan û destbi axavtine dike û got:˝Rêber APO 3 saetan şipya ji me re rewşa Rojhilata Navîn û pîlansaziyên hêzên kapîtalîst li ser herêma Rojhilata Navîn analîz dikirin˝.

Di berdewamiya gotinên Misto de hat gotin ku wan ji her gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encam digirtin û wiha got:˝ Divê mirov fikir û ramanên mirov û pêkhateyên bi wan re dijîn qebûl bikin. Em lêgerînên rastiyê bin û exlaqên xwe biparêzin˝.

Mihemed Ibrahîm Misto di dawiya gotinên xwe de wiha got:˝ Rêberekî mîna Rêber APO divê niha di nava gelê xwe de be, ne di zîndanan de be. Ji ber Rêber APO fikir û ramanên hemûm daxwazên azadiyê ronî dike˝.

(np)

ANHA