Odeyek ji şêniyên taxê re nexweşxane ye

Odeyek biçûk di koşeyên wê de refikên derman û alavên destwerdana destpêkê hene. Ji şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişlo re rola nexweşxaneyê girtiye.

Odeyek ji şêniyên taxê re nexweşxane ye
2 nîsan, 2018   07:44

SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO - TEV-DEM û bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê navendeke tenduristiyê li taxa Hilêliyê ya Qamişlo vekiriye. Ev navneda ji gelek malbatên xizan re bûye wekî nexweşxane û serî lê didin.

Navneda Tenduristiyê ya behsa mijarê di 17'ê Tebaxa sala 2017'an de hate vekirin. Navned ji odeyek pêk tê. Di koşeya vê odeyê de refên derman û alavên destwerdana destpkê hene. Di heman odeyê de cihê destwerdana destpkê, muayena zarokan, li koşeyeke wê jî dermanxaneyek biçûk heye.

Şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişlo û taxên derdorê berê xwe didin navendê û li wir bijîşkek û 2 hemşîre dixebitin. Piştî welatî têne muayene kirin derman jî li gorî derfetan bê pere ji wan re tê pêşkêşkirin.

Navenda tenduristiyê saet di 08.00'an de tê vekirin û heta saet 12.00'an vekirî dimîne. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê derman û pêwîstiyên din ji navendê re derman û pêwîstiyan pêşkêş dike.

Hemşîreya di navendê de dixebite Helîma Selîm Osman diyar kir ku navenda wan ji dema hatiye vekirin alîkariyên tenduristî ji welatiyan re pêşkêş dike û dermanan jî dide welatiyan.

Helîma da zanîn ku nexweşxana hinekî dûrî şêniyên taxa Hilêliyê ne, ji ber vê navendê pirsgirêka welatiyan çareser kiriye.

(dc)

ANHA