Şêniyên Efrînê: Em Meclîsa ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, qebûl nakin

Şêniyên Efrînê meclîsa ku dewleta Tirk li Dîlokê di bin navê "Meclîsa Rêveber a Efrînê" de ava kiriye qebûl nakin û gotin yên di otêlên Istenbolê de runiştîn e û wijdanên xwe firotina çeteyên ku êrîşî Efrînê dikin nûnertiya wan nakin.

Şêniyên Efrînê: Em Meclîsa ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, qebûl nakin
2 nîsan, 2018   07:54

ŞERVÎN MUSTEFA

EFRÎN – Dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavên hemû cîhanê û raya giştî li dijî gelê Efrînê komkujî pêk anîn. Gelek ji endamên ENKS'ê di nava hewldanan de ne ku dagirkeriya dewleta Tirk rewa nîşan bidin  û bêjin ku dagirkirina Efrînê mafek ji mafên dewleta Tirk e.

ENKS'ê jî di nava de hin alî dixwazin meclîsa ku dewleta Tirk di bin navê "Meclîsa Rêveber a Efrînê" saz kiriye rewa bikin, pê re dagirkeriya Tirkiyê û komkujiyên pêk anîn rewa nîşan bidin. Şêniyên Efrînê bi xwe diyar kirin ku ew ê tu carî qebûl nekin tu alî ji derveyî rêveberiya wan bike, ew bi îradeya xwe ya azad rêveberiya xwe bikin.

Welatiyê bi navê Ebdo Ibrehîm derbarê mijarê de wiha axivî, "Ên navê meclîsa rêveberiya Efrînê li xwe kirine, em baş wan dizanin kî ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê xwe avêtin himêza dewleta Tirk, nikarin bibin xwediyê biryara li Efrînê. Şêniyên Efrînê ew diyar ne kirine û wê tu carî wan qebûl nekin."

'Meclîsa Dîlokê şanoyeke'

Welatiyê bi navê Farûq Silêman jî derbarê mijar de ev tişt anî ziman, "ENKS'ê çi ji gelê Efrînê re pêşkêş kiriye. Di salên derbasbûyî de çi xizmet ji me re pêşkêş kirine, gelo ew li pişt parastina Efrînê bûn. Em tu carî wan qebûl nakin, em ên di qetilkirina zarokên me de xwedî rol bûn qebûl nakin, şanoya wan jî wê dirêj neke."

'Tirkiya piştgiriya terorê dike, meclîsan wan jî terorist e'

Welatiyê bi navê Hemîd Hemîd jî bibîr xist ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe piştgiriya terorê dike û wiha dom kir, "Ên îda dikin ku dê rêveberiya Efrînê bikin û navê Meclîsa Sivîl a Efrînê li xwe dikin, li Tirkiyê rûniştine. Ew jî terrorist in, hatine kuştina zarokên Efrînê û dîzî û talankirina mal û milkên Efrîniyan rewa bikin. Endamên meclîsê nikrin rêveberiya xwe bikin, wê çawa karibin rêveberiya şêniyên Efrînê bikin. Em ê tu carî vê meclîsê qebûl nekin. Bela di himbêza Tirkiyê de bimîn in."

(dc)

ANHA