Çete wiha ciwanên Efrînê êşkence dikin

Ciwanê bi navê baqî Hemo û hejmarek hevalên xwe ji aliyê komên çete li Efrînê hate girtin. Çeteyan ew êşkence kirin.

Çete wiha ciwanên Efrînê êşkence dikin
2 nîsan, 2018   06:17

SÎMAF XELÎL- HENAN MIHEMED

ŞEHBA - Ciwanê bi navê Baqî Hemo ji şêniyên gundê Dimilya ya herêma Racoyê ya kantona Efrînê ye. Dema Ciwan û komek ciwanên din dixwestin ji Efrînê derekvin ji aliyê çeteyan ve hate girtin.  Çeteyan ew êşkence kirin.

Ciwan nêzîkatiya çeteyan ji ajansa me re vegot û diyar kir ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan karên li derveyî exlaqên mirovahiyê pêk tînin.

Hemo da zanîn ku ji ber bombebaran û topbarana dijwar a Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar man ji Efrînê derkevin û ber ê xwe bidin navçeya Şêrawa û wiha dom kir: "Me berê xwe da Cebel El-Ehlam a navçeya Şêrawa, Li vir di navbera şervanên YPG/YPJ û Artêşa Tirk û çeteyên de şer derket. Ez û sê hevalê xwe, em ji aliyê çeteyan ve hatin girtin. Em êşkence  dikirin. hemû cûreyên êşkeneceyê li dijî me bikar tanîn. Hemo cilên me ji me kirin, rojane li me didan. Piştî sê rojan hevalekî min birin, em nizanin çi lê hat, dema me ji wan pirs kir, ji bo me bitirsîn in ji me re gotin, me wî kuşt."

Di roja çaran de li herêmê şer derket, Hemo û hevalên xwe derfeta ku çete bi şer daketibûn qezene kirin û ji wan reviyan û berê xwe dan kantona Şehbayê.

(dc)

ANHA