Hikmet Hebîb: Partiya Sûriya Pêşerojê partiya hemû gelê Sûriyê ye

Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Hikmet Hebîb diyar kir ku damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê di vê dema hesas de pêwîstiyeke.

Hikmet Hebîb: Partiya Sûriya Pêşerojê partiya hemû gelê Sûriyê ye
2 nîsan, 2018   06:04

HÊVÎDAR HERANÎ

GIRÊ SPÎ- Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Hikmet Hebîb derbarê sedem û girîngiya damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê ji ajansa me re axivî û got ku avakirina vê partiyê di vê dema ku partiyek hemû gelê Sûriyê di nav xwe de bigre nîn bû girîngiyeke û wiha dom kir: "Hebûna partiyek ku hemû pêkhateyên Sûriyê bigre nava xwe ji girîngiya dameziarandinê ve pêk tê. Partî hate damezirandin û meclîsa rêveber ji hemû herêm û parêzgehên Sûriyê ku ji 81 endaman hate avakirin."

Hebîb, di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku gelê Sûriyê di rewşeke dijwar û zehmet de jiyan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê me rastî koçberî  û kuştinê hat. Xaka me hatiye dagirkirin, lewma damezirandina partiyek ku yekîtiya gelê Sûriyê xurt bike girîngiyek e. Em îro dikarin bêjin ku me berxwedana siyasî bi damezirandina vê partiyê girîngiyeke. Da ku ev partî bikeve danûstendinên demên pêş ên ji bo çareserkirina aloziyê de bibin."

Hikmet Hebîb her wiha da zanîn ku çareserkirina aloziya Sûriyê na be bê îradeya gelê Sûriyê were çareserkirin û wiha domand: "Gel me hêvî dike ku aramî û ewlekarî pêk were. Koçber vegerin warê xwe, binesaziya hatiye ruxandin careke din di riya vê partiyê de were avakirin. Wiha jî wê gelê me karibe daxwazên xwe di qadên navdewletî de pêşkêş bikin."

Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de jî da diyarkirin ku armanca partiyê ew e ku Sûriyek ne navendî, demokratîk ku mafê û erkê hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike, heye.

(dc)

ANHA