‘Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi Rêber APO heye’

Welatiyên bajarokê Girbawî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku Tirkiyê ji fikre Rêber Apo ditirse û wê dîrok bêdengiya hêzên navnetewî efû neke.

 ‘Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi Rêber APO heye’
2 nîsan, 2018   05:41

FERHAT FERAŞÎN- COMERT ŞÊXO

QAMIŞLO - Ji sala 2011’an ve Tirkiye  li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîd û bêhiquqiyek giran dide meşandin. Li gel ku parêzer û malbata Ocalan gelek car ji bo hevdîtinê serlêdan li dadgeha Tirk kirine jî heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn. Pêkhateyên bajarokê Girbawî ya girêdayî Qamişlo nerazîbûnên xwe yên di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan.

‘Wê dîrok bêdengiya hêzên navnetewî efû neke’

Welatiyê bi navê Silêman Ehmed Osman fikarên xwe yên di derbarê rewşa Ocalan de wiha anî ziman, “Serok APO, rêber û hêviya hemû neteweyên bindest e, lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdek girankirî li ser tê maşandin. Eger îro pêkhateyên Rojava û Bakurê Suriye yê di nava aştî, aramî û demokrasiyê de dijîn, berhemê fikrê APO ye.”

 ‘Azadiya Rêber APO wê aşîtiyê bîne Suriye yê’

Ehmed bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir û wiha dirêjî da gotinên xwe, “Em êdî tu bangan li Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên navnetewî nakin. Ji ber ku ew ji gelên bindest re nebûn hêvî. Em bang li hemû mirovahî û kesên alîgirê aştî û aramiyê dikin ku dengê xwe li dijî îşkenceya li ser Îmraliyê bilind bikin, da ku ev sucê mirovahî bi dawî bibe. Pêwîstiya gelê Rojhilata Navîn bi rêberek wek Serok Apo heye.”

Ehmed destnîşan kir ku komploya li ser Rêber Ocalan bi destê hêzên navnetewî pêk hat û niha jî li ser Efrîna ku fikrê Ocalan lê tê jiyankirin heman komplo berdewam e. Ehmed bang li kesên alîgirê aştî û demokrasiyê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî, “Bila ji bo komkujiya li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêber APO beşdarî qonaxa tolhildanê bibin.”

 ‘Erdogan ji ramanên Ocalan ditirse’

Welatiyê Ereb ê bi navê Mecît Xirab El Casim têkildarî tecrîda ser Rêber APO û êrîşên li ser Efrînê wiha axivî, “Erdogan û desthilatdarên wekî wî ji fikrê Rêber APO ditirsin û bêdengiya hêzên navnetewî jî nayê pejirandin. Em weke pêkhateyên Ereb dibêjin ji ramanên Rêber APO netirsin, ew xwedî fikrê jiyanek hevbeş e. Em li Rojava û Bakurê Suriye bi felsefeyek jiyanek demokratik dijîn û kesê ev fikir dayî afirandin Rêber APO ye. Bêdengiya cîhanê li ser jiyana Ocalan me dixe nava fikaran.”

Mecît Xirab El Casim ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê jî axivî û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Kujer Erdogan tecawizî axa Suriye dike, ji ber ku Efrîn bajarek girêdayî Suriyeyê ye. Tu eleqeya Erdogan bi Efrînê ve tune ye. Li Efrînê pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Turkmen di nava aramiyê de dijîn.”

ANHA