ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2′yê Nîsana 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2′yê Nîsana 2018
2 nîsan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê.

*Şopandina hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star a navçeya Qenaya ya Kantona Kobanê bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gel re dicive. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanekî YPGʹê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 15.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ciwanê bi navê Bavê Hemo û hejmarek hevalên xwe ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hatin girtin û li ser destê çeteyan rastî hemû cûreyên îşkenceyê hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên Efrînê yên koçber bêdengiya navneteweyî li hember hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelê Efrînê qaşo meclîsa rêvebirina Efrînê ku li bajarê Entabê hat avakirin red kirin û gotin ku divê gelê Efrînê bajarê xwe birêve bibin, ne kesên ku di otelan de rûniştîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hejmara koperatîfên Kantona Efrînê gihîşt 87 koperatîfan. Bi riya koperatîfan derfetên kar ji gel re têne peydakirin, aboriya herêmê tê xurtkirin û rê li ber keysbaziyê tê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Endamê Desteya Rêveber a MSDʹê Hikmet Hebîb da zanîn ku di pêvajoya ku gelê Sûriyê tê de dijî de, avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê gaveke girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Ji ber ku rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê destek nadin gelê Efrînê yê koçber, Meclîsa Kefer Naya madeyên alîkariyê ku ji aliyê gelê Bakurê Sûriyê û Heyva Sor a Kurdistanî ve hatiye komkirin, li gel belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA