Li Helebê merasîmeke xiyabî ji bo Elî Çîçek hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şervanê YPGʹê Elî Çîçek ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye re, li dar xistin.

Li Helebê merasîmeke xiyabî ji bo Elî Çîçek hat lidarxistin
Li Helebê merasîmeke xiyabî ji bo Elî Çîçek hat lidarxistin
Li Helebê merasîmeke xiyabî ji bo Elî Çîçek hat lidarxistin
Li Helebê merasîmeke xiyabî ji bo Elî Çîçek hat lidarxistin
1 nîsan, 2018   18:15

HELEB – Konê sersaxiyê yê şehîd Elî Mustefa (Elî Çîçek) li pêşiya mala şehîd a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vedan. Kon bi wêneyên şehîdan û alên YPG/YPJʹê hat melixandin. 

Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Resmiye Hisên, Endamê MSDʹê Ebû Salih û Fermandarê YPGʹê Ferhad Kobanê axivîn. Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin  û bal kişandin ser berxwedana dîrokî ya YPG/YPJʹê li dijî dagirkeriya Tirk. Her wha axêveran diyar kirin ku serkeftin para gelê Efrînê.  

Di dawiya axaftinan de soza bilindkirina têkoşînê û tolhildana şehîdên Berxwedana Serdemê hat dayîn. 

Bavê şehîd Mustefa Ebdo jî axivî, bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku ew serbilinde ku kurê wî ji bo parastina rûmeta gelê xwe canê xwe feda kiriye. Ebdo soza şopandina riya kurê xwe da.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. 

(mm)

ANHA