Tirkiyê avê wekî amûrekî şer li dijî gelê Bakurê Sûriyê bikar tîne

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li cem komkujiyên li ser Efrînê û dagirkeriya wê, her wiha gefa li ser Minbicê bi dawî nebûne. Lê belê bi rêbazên din jî şerê gelê Bakurê Sûriyê dike. Qutkirina ava Firatê ji beriya salekê ve ji ser Bakurê Sûriyê, ji ber vê yekê ava çem daket û bû sedmea ku ceyran qut bibe. Di heman demê de ava Minbic û herêmên din ên Bakurê Sûriyê qut bibe.

Tirkiyê avê wekî amûrekî şer li dijî gelê Bakurê Sûriyê bikar tîne
1 nîsan, 2018   06:39

ISRAI REMEDAN

MINBIC - Piştî Bendava Rojava di dawiya sala 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk her di nava hewldandn de ye ku ne hêle gelê Bakruê Sûriyê sûd ji bendavê bigre. Ji ber vê yekê her dem avê ji ser çemê Firatê ku derbasî xaka Sûriyê dibe qut dike. Ev yek jî bandorê li piyên stasyona ceyranê dike. Tiştê balkêş ku di dema DAIŞê herêm dagir dikir de av tu carî ji ser çemê Firatê qut ne kir.

Piştî Bendavên Tebqa û Azadî jî hatin rizgarkirin û jiyan careke din li herêmê zindî bû û welatî ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bûn, Rêveberiya sivîl di herêmên rizarkirî de kar kir ku careke din bendavan bixe xizmeta welatiyan û bi taybet di mijara peydakirina ceyranê de. Lê Deweleta Tirk careke din berê xwe da rêbazên din da ku şerê gelê Bakurê Sûriyê bike, vê carê jî ava çemê Firatê ji ser Bakruê Sûriyê qut kir. Bi vê yekê dixwaze xizmetên ku welatî ji avê werdigirin û bi taybert Ceyran û ava vexwarinê qut bike.

Bi destpêkêkirina êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê hikûmeta Erdogan avê ji ser Bakur Sûriyê qut dike. Bi vê yekê jî şerê taybet li ser gelê herêmê û Federaliya Bakurê Sûriyê dide meşandin. Beriya wê jî dewleta Tirk Bendava Meydankê ya Efrînê topbaran kir û ceyran û av ji ser gelê Efrînê qut kir.Erdgan bi van kiriyarên xwe dixwaze îradeya gelê Bakurê Sûriyê bişkîne û wiha zextê li gel û Federaliya Bakurê Sûriyê bike.

Ji ber qutkirina avê ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve pêk hat, Bendavên Rojava, Tebqa û Azadî ji ber kêmbna avê û siyasetên dewletaTirk a faşist ku hemû itîfaqên navdewletî yên derbarê belavkirina avê di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê de binpê dike nema wekî berê di xizmetê de ne. Ji ber diviya bû ku av derdora 500 M3 derbasî xaka Sûriyê bibe, ev ji bo karibe baş bikev xizmetê. Lê niha tenê 200 M3 û gelek caran kêmtir tê.

Derbarê mijarê de Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Firatê di 12'ê sibata 2018'an de daxuyanî da û diyar kirin ku ew ê ji neçarî dema saetên xebitiandina bendavê rojê 10 saetan kêm bikin.Yenî wê rojane tenê 14 saetan bixebite.

Ji ber qutbûna avê û kêmbûna bendavê ceyran ji ser bajarê Minbicê jî qut bû. Derbarê mijarê de Endamê Rêveber ê Komîteya Xizmetan a Minbicê Mihemed Reşo derbarê mijarê de got ku ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve ceyran ji ser bajarê Minbicê qut bûye û wiha dom kir,  "Ji ber wê em avê ji gola li herêma El-Babîrî ya li pişt herêma Xefsa peyda dikin, di riya stasyonên dayîna avê pêk tîn in û bi vî awayî beşek ji pirsgirêka avê li Minbicê  hate çareserkirin.ʺ

Reşo, her wiha bibîr xist ku di demên berê de jî gelek caran av û ceyran ji ser Minbicê qut bû ye û ev ji ber 66 stasyon ji kar rawestiyane.

Mihemed Reşo di dawiya axaftina xwe de jî bibîr xist ku werşeyên wan karê xwe didomîn in û wê di nava 24 saetên pêş de stasyona ku avê dide Minbicê were temîrkirin û bang li hemû welatiyan kir ku bi baldarî avê xeric bikin da ku av têra hemû welatiyan bikin.

(dc)

ANHA