Cejna Ekîto mîrasa kevnar a gelê herêmê ye

Cejna Ekîto yek ji cejnên kevndar ên di dîrokê de ye. Welatiyên Suryna-Aşûrî cejnê pîroz dikin. Gelê Sûriyanî yên li herêma Cizîrê jî dixwazin çanda xwe ku ji aliyê desthiladaran ve hatiye dizîn pêş bixin.

Cejna Ekîto mîrasa kevnar a gelê herêmê ye
1 nîsan, 2018   05:56

EHMED SEMÎR – COMERD ŞÊXO

QAMIŞLO - LI gorî çavkaniyên Aşûrî-Suryanî pîrozkirina Cejna Ekîto ku welatiyên suryanî, asûr, kildan, babil û ekadî pîroz dikin yek ji cejnên herî kevnar e. Cejin vedigere beriya 6 hezar û 768 salan.

Girîngiya Cejna Ekîto

Cejna Ekîto nûnertiya mîrasa çand û şaristaniya hin gelên herêmê dike. Dîroka vê cejnê vedigere hezarên salan beriya zayînê. Welatiyên suryanî di roja 1'ê Nîsanê ji her sal pîroz dikin. Ev çand bi muzîk, şahî û komên çandê dihat pîrozkirin.

Hîn jî heta niha ev cejin wekî mîrasekî kevnar ku gelê herêmê parastiye tê pîrozkirin. Ekîto wekî cejneke dîrokî nûnertiya nûbûna jiyana xwezayî ku di buharê de pêk tê tê pîrozkirin. Di vê demê de sala nû tê pîrozkirin, ev bi xwezayî ve girêdayî ye û dema li gorî mewsimê çandiniyê dibe guncaw.

Di aliyê ziman de jî Ekîto tê wateya dema çinîna ceh tê destpêkirin, li gorî jêderan tê gotin ku yekem car dema cejna çinîna ku 2 caran di salê de pêk dihat hate pîrozkirin.

Cejna Ekîto yek kevintirîn cejna di dîroka rohilata de hatiye qeydkirin û nêzîktirîn dem jê re nîvî hezarsaliya 6'an beriya zayînê pêk hatiye.

Hikûmetên Islamî Ekîto qedexe kir

Dema hikûmetên Islamî herêmê bi dest xistin, ji ber tundiya olî ku li ser gelê herêmê hate meşandin û tunekirina gelên aşûr û suryanî Ekîto hate qedexekirin. Lê di salên dawî de li herêmê û dema jiyan hinekî geş bû, Ekîto careke din hate vejîn kirin.

Ekîto 12 roj in û di roja 21'ê Adarê de destpê dike

Cejna Ekîto 12 rojan dewam dike. Di roja 21'ê Adarê de destpê dike û di wê rojê de saetên roj û şevê dibe wekî hev û heta 1'ê Nîsanê bi dawî dibe. Her rojek bi taybetmendiyên xwe wê yên pîrozbahiyê heye. Di Efsaneya Gilgamêş de vê nîşan dide ku di wan deman de amadekarî tê kirin, her der bi gul û kulîkan tê xweşikirin.

Di roja 5'an de jî karwanek mezin derdikev e û peykerên Mar Doz radikin, da ku di demên şer de wan pîroz bike.

Di roja 6'an de heman peyker vedigerîn in cihê wî ya li Babil, di roja 7 û 8'an de jî şahî mezintir dibin û serkeftina xêrê li ser şer tê pîrozkirin.

Di rojên neh û dehan de jî her tişt nû dibe, Qiral jî beşdarî şehiyan dibe û merasîm têne lidarxistin.

Di roja 12'an de ew jî roja şahiye dawî ye, di vê rojê de xwedawenda xêrê Mardox û xwedawend Seryanotf re dizewice, bi vê yekê re şahî têne lidarxistin û huner tê pêşkêşkirin.

Gelo Ekîto wekî berê tê pîrozkirin?

Berpirsê Komeleya Çandî ya Suriyan a Qamişlo Hina Hine diyar kir ku ew hewl didin ku cejnê wekî berê pîroz bikin niha merasîmên çandê têne pêşkêşkirin, şano têne lidarxistin û mijara veguhstina peyker jî têde têne pêşkêşkirin.

Hena, da zanîn ku ji ber ev cejin mîrasa çanda gelê herêmê dikir û hezkirin di nava civakê de mezin dikir û wiha dom kir,"Ev yek jî ne xweşiya hêzên dîktator ên herêmê hat. Ji ber wê şerê cejna Ekîto kirin û xwestin wê tune bikin."

Hena di dawiya axaftina xwe de jî hêvî kir ku cejna Ekîto bibe cejna gihandina hemû gelên herêmê û ev tişt anî ziman, "Di herêmên me de gelek şaristanî hene, tiştê xweş jî ew e ku di herêmê de hemû şaristanî bi hev re jiyan dikin."

(dc)

ANHA